Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinan zemîna rast a Şoreşa 19ʹê Tîrmehê saz kirin

DOSYA

SILÊMAN EHMED-SOZDAR WEQAS

HELEB– Du jinên taxa Şêxmeqsûd ji salên 1980ʹyî de dest bi şoreşgeriyê kirin û gelek zulim, êşkence û zehmetî li ser destê hêzên rêjîmê dîtin. Herdû jinên behsa mijarê diyar kirin ku jinên kurd rola pêşeng di pêkanîna Şoreşa 19ʹê Tîrmehê de pêk anîn û niha ji hemû cîhanê re bûne mînak.HELAB-JIN-BINGHA-SORESA-19 TERMIHE-AVAKIR1 ‫(1)‬

Di vê dosya me em ê balê bikşînin ser rola jinan di Şoreşa 19ʹê Tîrmehê de. Çawa jin di dema me ya niha de gihiştine vê qonaxê. Me xwe gihand 2 jinên şoreş ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Herdû jin di encama karê xwe yê şoreşgerî de ku ji bo azadiya gelê kurd û azadiya jinan pêk tanîn ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatin girtin.

Jina bi navê Emîna Ebo (70) li gundê Kokan a navçeya Mabata ya Efrînê jidayîk bû ye. Ji beriya zêdeyî 30 sal berê tevî malbata xwe ji gundê Efrînê ber bi Şêxmeqsûd ve koçber bû. Li vir Tevgera azadiyê nas dike û di taxê de dest bi xebatên Tevgerê dike. Ji destpêka Rojê ji bo belavkirina Firkrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tekoşîn dikir. Ji aliyê rêjîma Baas ve hate girtin.EMINA EBDO

Emîna Ebod têkildarî xebat û tekoşîna xwe wiha got: ʺJi destpêka salên 80ʹyî de me dest bi tevgera şoreşê li taxa Şêxmeqsûd da destpê kirin. Xebata me wê demê ew ku em alîkariyê ji malbat û dostan berhev bikin. Di wê demê de û ji ber zextên hêzên rêjîmê kar gelekî zehmet bû. Her tişt veşartî dihate kirin.ʺ

Emîne her wiha destnîşan kir ku wan belavokên rêxistinê û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di nava gel de belav dikirin û wiha dom kir: ʺMe ji gel re civîn lidar dixistin, ji ber zexta rêjîmê gelek caran me cihê civînan dida guhertin. Bi taybet ji ber pêxwas û alîkariyên rêjîmê, guhertin pêk dihat.ʺ

Emîne, da zanîn ku karê ku di çarçoveya alîkariya tevgerê de dihate kirin bingehê karê şoreşgerî bû û wiha dom kir: ʺEm li ser koman diciviyan û em diçûn bexçeyan, me berhemên çandiniyê berhev dikirin. Ji ber girêdana me bi Firkir û Felsefeya Ocalan me her kar dikir, em ji tiştekî ne ditirsiyan. Carekê hêzên rêjîmê li pey me ketin, em di wê demê de komeke jin bûn, hejmara me ne zêdî 5 kesan bû. Em derbasî malekê bûn. Dema xwediyên malê nas kirin ku endamên rêjîmê li pey meye, Dayîka wê malê savar derxist û em li meydana xanî de li dor savarê kom bûn. Endamên rêjîmê dema derbasî wê malê bûn, dîtin em kar dikin û ne dizanîn ku em bûn ew jinên ku li pey wa ketine. Di wê demê de em wiha xilas bûn.ʺHELAB-JIN-BINGHA-SORESA-19 TERMIHE-AVAKIR1 ‫(167444994)‬ ‫‬

Emîne di berdewama axatina xwe de jî behsê kir ku çawa sala 2007ʹan hate girtin û wiha dom kir: ʺLeşkerekî rêjîmê serdana mala me kir û ji min re got ʺtu gel rêxistin dike û wan li dijî dewletê sor dikeʹ min jê re got ez bi erebî nizanim biaxivim, ez ê çawa karibim gel li dijî dewletê birêxistin bikin. Bersiva min da û got wiha belgî gihiştine me û navê ta li navenda me ye. Piştî hefteykê hêzên rêjîmên bi deh tirmpêlan êrîşî mala me kirin. Wê demê min nas kir ku dê min bigirin. Rastî jî ez hatim girtin û di girtîgeha Miselemiyê ya Helebê de mam. Di wê dmeê de hin kadroyên rêxistinî û hin nasên ku min wan nas dikir jî di girtîgehê de bûn.ʺ

Emîne di berdewama axaftina we de destnîşan kir ku roja din ew birin û lêpirsîn dane destpêkirin û wiha pê de çû: ʺDi roja duyemîn de dest bi lêpirsînê kirin. Min tiştek li ser xwe ne girt. PIştî ku hefteyekê di girtîgehê de mam, ez serbest hatim berdan. Gelek zulim û zordarî li ser girtiyan dihatin kirin. Gelek siyasetên taybet ên zehmet li ser girtiyan didan meşandin.

Emîne li ser rola jinan beriya şoreşa 19ʹê Tîrmehê got ku jin beriya şoreşê di hemû qadan de hatibûn paşguhkirin û wiha dom kir: ʺLê bi hatina şoreşa 19ʹê Tîrmehê re jinan hemû qeyd û zincîrên li ser hatibûn ferizkirin şikandin. Jina ku nikarîbû tioştekî bike, êdî di hemû qadan de ye. Jinên kurd ji hemû jinên cîhanê re bûne mînak. Di hemû qadan de îro jin ji zilam zêdetir kar û xebatê didin meşandin. Em dibînin ku çawa şoreşa me roj li piştî rojê destkeftiyan bi dest dixe û gavên daha mestir têne avêtin.ʺ

Jina bi navê Fikret Murad (71) li gundê Korka ya navçeya Mabata ya Efrînê hatiye dinê. Li taxa Şêxmeqsûd wekî şoreşger tekoşîn dikir. Di hemû qadên jiyanê de di nava xebatên Tevgera Azadiyê de cih girt.FIKRET MURAD

Fikret Murad da zanîn ku hêzên rêjîma Sûriyê di sala 2010ʹan de li Taxa Şêxmeqsûd dest bi opersyona girtina siyasetmedarên kurd kir. Her kesê nêzî Tevgera Azadiyê bû dihate girtin. Rojekê yek ji zarokên min reviya û ji min re got ku hêzên rêjîmê bavê wan (Hevjînê Fikret) binçavkirine. Wê demê min bawer kir ku dê hêzên rêjîmê werin û min jî binçav bikin. Min ji zarokên xwe re got bi lez hemû tişên girêdayî Tevgera Azadiyê veşêrin. Me pirtûk û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û rojname rakirin.ʺ

Fikret di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî derdora saetekê kesekî li deriyê malê xist û wiha dom kir: ʺHêzên rêjîmê li derdora malê belav bibûn. Ez girtim û diziya zêran xistin histê min. ez birim ewlekariya cînayî ya Helebê. Hevjînê min jî wê demê di girtîgehê debûn.  Şûna êşkenceyê li ser riwê hevjînê min diyar dibûn. Em tewanbar kirin ku em şêniyên Şêxmeqsûd li dijî rêjîmê sor dikin, her wiha em ê beşek ji xaka dewletê qut bikin.  Di girtîgehê de tijî girtiyên siyasî yên kurd hebûn. Gelek ciwanên kurd êşkence kirin, da ku bêjin ku ez û hevjînê min ciwanên kurd sor dikirin. Bi rastî jî li dagehê hin ciwananên taxê anîn û gotin ku em ciwanan li dijî dewletê sor dikin.ʺHELAB-JIN-BINGHA-SORESA-19 TERMIHE-AVAKIR1 ‫(167444993)‬ ‫‬

Fikret di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku piştî demekê kurt ew û hin çalakvanên siyasî yên kurd birin ewlekariya siyasî ya Helebê û li wir jî dest bi lêdan û êşkenceyê kirin. Fikret bîranînê xwe wiha rêz kirin: ʺMin ji leşkerekî pirs kir hûnê kengî me dadgeh bikin, da ku em çaresernûna xwe biznain. Got ku şahid li dijî we hene. Rja piştî re fermandarek hat û got hûn ciwnana li dijî dewletê sor dikin. Şahid li ser we hene. Min got min tiştek wiha nekiriye. Gotinên kirêt ji min re kirin û got ku ew me bikujin. Her dem ji me re digotin ku em dixwazin beşek ji xaka Sûriyê qut bikin.ʺ

Hêzên rêjîmê piştî 4 mehan Fikret dibin girtîgeha Navendî ya Miselemiyê. Fikret bi van gotinan ew roj bibîr anî: ʺEz xistim qawîşekê ku 80 girtiyên jin tê de hebûn. Em di aliyê pskolojîk de êşkence dikirin. Çi bikin bela bikin, min yek gotin ji wan re ne got.  Min her dem Şehîd Mazlûm û hevlên wî bibîr tanî û wiha min hêz di berxwedana xwe ya li dijî wan de digirt.ʺ

Bi destpêka şoreşê re hêzên Rêjîmê Fikret û hevjînê wê serbest hatin berdan û niha jî di nava taxa Şêxmeqsûd de kar û xebatên xwe didomînin.HELAB-JIN-BINGHA-SORESA-19 TERMIHE-AVAKIR1 ‫(1)‬ ‫‬

Fikret da zanîn ku heta niha êşkenceya li dijî jinan didome û wiha dawî li axaftina xwe anî: ʺŞoreşa 19ʹê Tîrmehê rê li ber jinan vekir ku di hemû qadên jiyanê de pêşengtî bike. Îro şevanên jin li dijî çetan şer dikin û parstina herêmên xwe dikin.  Em tu carî gavan paş de navêjin. Dema em tekoşer Arîn Mîrkan bibîr tînin, canê xwe feda kir da ku çete neghêjin armanca xwe.ʺ

(dc)

ANHA