Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên ciwan amadekariya kampanya ″Xwe biparêze″ dikin

MINBIC – Bi armanca zanakirina jina ciwan û danasîna rola wê di civakê de, jinên ciwan ên bajarê Minbicê di çarçoveya amadekariyên destpêkirina kampanya ″Xwe biparêze″ de birûşûran li welatiyên bajêr belav dikin.MINBIC-BELAVKIRINA-BELAVOKA ‫(190710276)‬ ‫‬

Îro Endamên Yekîtiya Jina Ciwan a bajarê Minbicê derbarê danasîna ciwanan û balkişandina ser rola wan di parastin û pêşxistina civakê de, her wiha danasîna Meclîsa Ciwanên Sûriyê de û armancên ciwanan, di çarçoveya amadekariyên destpêkirina kampanya ″Xwe biparêze″ de birûşûr li welatiyên bajêr belav kirin.

Cîgira Hevserokatiya Komîteya Ciwan û Sporê ya bajarê Minbicê Sureya Îshaq axivî û da zanîn ku ew amadekariya destpêkirina kampanya ″Xwe biparêze″ dikin û wiha got: ″Armanca ji vê kampanyê, ew e ku jin were zanakirin û rola wê di civakê de were naskirin. Her wiha armancên ciwanan di civakê werin destnîşankirin.″

Dê kampanya di demeke nêz de bi navê jina ciwan were ragihandin û tê payîn ku dê 3 mehan dom bike.

(mm)

ANHA