Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Ciwan banga dewamkirina têkoşîna ji bo azadiya Ocalan kirin

QAMIŞLO – Yekîtiya Jinên Ciwan li navçeya Girkê Legê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga dewamkirina têkoşîna ji bo  azadiya  Ocalan kirin.

Yekîtiya Jinên Ciwan li navçeya Girkê Legê ji bo şermezarkirina tecrîda li Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê Endamê Yekîtiya Jinên Ciwan Mîdiya Elî li parka Sedaqa ya bajarokê Rimêlanê hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji beriya du salan tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayên girtin û tecrîd li ser Rêberê me tê meşandin. Tecrîda li ser Rêber Ocalan tecrîda li ser hemû gelên azadîxwaz e.

Tecrîda li ser Rêber Ocalan parçeyek ji komploya ku dewleta Tirk dixwaze îradeya gelê Kurd û bi taybet îradeya jina Kurd bişkîne.

Em tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin û em ê tekoşîna xwe heta dawiyê bidomînin.

Careke din soza berdewamiya tekoşînê heyanî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didin û em bang li raya giştî dikin ku rewşa Rêber Ocalan diyar bikin.”

(bx)

ANHA