Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Ciwan berxwedana girtiyên grevên birçîbûnê silav kirin

Dîmen

QAMIŞLO – Rêxistina Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Qamişlo bi meşekê piştgiriya xwe bi grevên birçîbûnê yên di zindanên faşîst ên dewleta Tirk de anîn ziman û berxwedana wan silav kir.  QAMISLO-MESA -CIWANE1 (5)

Li Rojavayî Kurdistanê piştgiriyên ji bo grevên birçîbûnê ku îro di roja 58`an de ye berfereh dibin. Di vê çarçoveyê de Rêxistina Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Qamişlo meşek li dar xist.

Meş ku bi dehan endamên yekîtiyê beşdarî bibûn ji  Çerxereya Şehîdên Navneteweyî ya  li taxa El-Enteriyê ber bi hîzama  bajarê ve hate destpêkirin. Tevî barana dijwar meşvanan meşa xwe berdewam kirin. Meşvanan ala YJC û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildabûn û dûrişmeyên silavkirina berxwedana girtiyên di grevên birçîbûnê de bê navber beriz dikirin.NUCAN

Meş li ber hîzama bajar veghurî mîtîngê. Li vir piştî bîranîna cangoriyên azadiyê ji rêveberên YJC`ê Nûjiyan Rîwan axivî û got:”Bila Erdogan zanibe, bi girtina siyasetmedaran nikare berxwedana ciwanan bişkîne. Em fikra xwe ji Rêber APO digrin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin”.

Mîtîng bi dûrişmeyên silavkirina bexwedana girtiyên di grevên birçîbûnê de bi dawî bû.

(kc)

ANHA