Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên ciwan ên Helebê piştgirî dan gireva birçîbûnê

HELEB – Jinên Ciwan ên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê piştgiriya xwe bi çalakvanên gireva birçîbûnê  re nîşan dan û diyar kirin ku dê bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan asta berxwedanê bilind bikin.

Bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û mamosteyên zimanê kurdî li pêşiya Navenda Ciwanan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd kombûn û daxuyaniyek şermezarkirina kiryarên Tirkiyê yên  derheqê girtiyên siyasî û çalakvanên gireva birçîbûnê de, dan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê mamosteya zimanê kurdî Rojîn Qilindar ve hatiye xwendin de ev tiş hat gotin:

ʺQonaxa ku gelê kurd tê re derbas dibe , qonaxeke dîrokî ye, qonaxa berxwedan û têkoşîna li dijî dijberên mafê gelê kurd e. Asta berxwedana girtiyên di zîndanên faşîzma Tirk de roj bi roj zêde dibe û siyasetên faşîzma Tirk şermezar dikin.

Em di Yekîtiya Jinên Ciwan de berxwedana çalakvanên gireva birçîbûnê di zîndanên faşîzma Tirk de silav dikin û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şerezar dikin.

Em soz didin emê berxwedan û têkoşîna li dijî faşîzmê bidomînin, her wiha em soz didin emê her dem bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rêya berxwedanê bişopînin û fikir û felsefeya Rêbertiyê li her derê belav bikin.ʺ

Daxuyanî bi durişmeyên silavkirina berxwedana çalakvanên gireva birçîbûnê û berxwedana Ocalan bi dawî bû.

(rr)

ANHA