Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Ciwan li Raco tevlî hemleya `Biparêze` bûn

EFRÎN- Tevgera Jinên Ciwan ên herêma Raco tevlî hemleya `Biparêze` bûn û dê destbi xebatên xwe bikin.

Tevgera Jinên Ciwan a herêma Raco derbare pîlansaziyên xwe yên hemlê de daxuyanî da. Daxuyanî li Navenda Şehîd Aslan a Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ya Raco hat dayîn û ji aliyê endama Tevgera Jinên Ciwan Jînda Yûsiv ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

ʺEm weke Tevgera jinên ciwan a herêma Raco tevlî hemleya `Biparêze` dibin. Pîlansaziyên me jî wiha ne:

-Li gund û navçeyan wê civîn werin lidarxistin û kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were pênasekirin.

-Li ser jiyana Ocalan sînevizyon dê werin pêşkêşkirin.

-Li ser çiyayên bilind agir were pêxistin.

(np)

ANHA