Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Efrînê: Em ê li ser esasê felsefeya Rêbertiyê axa Efrînê biparêzin

Dîmen

ROZANA DADO

EFRÎN – Jinên Kantona Efrînê diyar kirin ku ew ê li hember êrîşên dagirkeriyê asta têkoşînê bilind bikin û li ser esasê felsefeya Rêbertiyê axa Efrînê biparêzin.

Jinên ku duh beşdarî meşê bûn, nêrînên xwe bi ANHA′yê re parve kirin.

SEDIKA

Sedîqa Yûnis da zanîn ku ew destûr nadin ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê destê dirêjî axa Efrînê bikin û wiha got, ″Em ê çekê hilgirin û li ser esasê felsefeya Ocalan axa Efrînê biparêzin.″

HENYFA

Henîfa Arif jî diyar kir ku ew li hember top û bomebeyên dewleta Tirk radest nabin û wiha axivî, ″Em ê li gel hêzên xwe yên leşkerî li eniyên şer bin. Em soza parastina axa Efrînê didin şehîdên xwe.″

Her wiha Fîdan Reşîd jî anî ziman ku erka tevahî gelên Efrînê ye ku axa welatê xwe li hember êrîşên dagirkeriyê biparêzin û wiha domand, ″Erdogan li dijî Efrînê operasyoneke leşkerî da destpêkirin da xêr û bêra gelê herêmê wêran bikin, gel ji warên wan bide koçkirin û plana dagirkeriyê li tevahî Bakurê Sûriyê pêk bîne.″

FIDAN

Fîdan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe li hember dagirkeriyê li ber xwe dide û wiha axivî, ″Em destûr nadin ku Erdogan axa me dagir bike. Em bi hêzên xwe bawerin ku ew ê Efrînê biparêzin û hemû planên dijmin pûç bikin.″

(mm)

ANHA