Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Efrînê: Em li vir in û serkeftin a me ye

Dîmen

EFRÎN – Jinên Efrînê di xwepêşandanekê de peyamek ji civaka navnetewî û dagirkeriya Tirkiyeyê re şandin û diyar kirin ku dê di Efrînê de bimînin û berxwedana xwe heta serkeftinê berdewam bikin.EFRIN-MESA-JEN-1 (8)

Di çarçoveya berxwedana serdemê ya Efrînê li hemberî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ên girêdayî wê de, bi hezaran jinên Efrînê xwepêşandanek li darxistin. Xwepêşandan ji aliyê Kongra Star ve di bin durişmeya “Ey jinên cîhanê ji bo Efrînê serî hildin” de hate organîzekirin. Di xwepêşandanê de endamên jin ên saziyên civaka sivîl, hevseroka Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Dediya Yûsif, Hevseroka Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Asya Ebdullah, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso, endamên Yekîtiya Jinên Êzdî yên Efrînê û bi hezaran jinên kantona Efrînê beşdar bûn.

Xwepêşandêr li çerxeriya Newroz a bajarê Efrînê kom bûn û şaxên zeytûnan û wêneyên şehîdên Efrînê bilind kirin. Her wiha bankartên bi nivîsên weke “Êrîşa li dijî Efrînê êrîşa li dijî nirxên jinan û jiyanê ye”, “Erdogan kujerê jin û zarokan e”, “Efrîn axa bavpîrên me ye”, “Em ê li Efrînê li ber xwe bidin û em ji Efrînê dernakevin”, “Artêşa dagirker dîroka gelên herêmê armanc digire”, “kuştina jin û zarokên Efrînê rawestînin”, “Parastina jinan parastina dîrokê ye”, “Na ji bêdengiya naventewî re” û “Em hemû YPG’ê û YPJ’ê ne” hatin bilindkirin.

Xwepêşandêr ber bi qada giştî ya pêşiya nexweşxaneya Dêrsim ve herikîn û durişmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê û silavkirina berxwedêrên Efrînê qîriyan û diyar kirin ku bêdengiya navnetewî tê wateya ku hevkarên komkujiyên li dijî welatiyên Efrînê ne.

Tevî hemû tengên teqînên topên dagirkeran jinan xwepêşandana xwe ber bi qada nexweşxaneya Dêrsim ve berdewam kirin û li vir piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevseroka Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif axivî û pesna berxwedana serdemê ya Efrînê da û got ku dayîkan kezebên xwe fedayî parastina herêma Efrînê kirine û wiha got: “Bi saya fedekariya şervanan êrîşên dagirkeran li dijî Efrînê tên şikandin.”

Hediye Yûsif di berdewama axaftina xwe de got ku wan durişmeya “serkeftin an serkeftin” bilind kirine û dê têkoşîna xwe heta dawî li ser riya azadiyê berdewam bikin.”

Xwepêşandan bi durşmeyên dilsoziya bi berxwedana serdemê ya Efrînê re bi dawî bû.

(jh)

ANHA