Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Ereb: Bi riya mihrîcanê yekîtiya jinên Bakurê Sûriyê xurt dibe

SOZDAR CEMÎL – MERADA KÎNDA

DÊRÎK – Jinên Ereb ên beşdarî mihrîcana Şehîd Stêrvan a jinên ciwan bûne, kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin bi riya mihrîcanê yekîtiya jinên bakurê Sûriyê xurt dibe.WATIN FERAT

Mihrîcana Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan li bakûrê Sûriyê di bin dirûşmeya ″Nasnameya jinên ciwan biparêze″ de li gundê Heyaka yê girêdayî navçeya Girkê Legê bi beşdarbûnek mezin a jinên ciwan ên Bakûrê Sûriyê hat lidarxistin û ev du rojin didome.

Gelek jinên ciwan ên Ereb ên beşdarî mihrîcanê bûne, axivîn. Wetîn Firat wekî nûnera bajarê Reqayê beşdar bûye. Wetîn helbestek bi navê ″Welatê xerîban″ li ser jiyana jinên ku di bin zulma çeteyên DAIŞ′ê de bûn got û mihrîcan li hemû jinan pîroz kir.

Wetîn da zanîn ku ew beşdarî mihrîcanê bû û tirsa ku çeteyên DAIŞ′ê di dilê wan de çandibûn, şikand.

Fethiyê Hemed EL-Şêx jî ji bajarê Hemayê ye, diyar kir ku tişta balkêş di vê mihrîcanê de beşdarbûna jinên ji hemû pêkhateyên herêmê ye. Fethiye wiha got: ″Me çandên gelek gelên din nas kirin. Wê bi riya vê mihrîcanê yekîtiya jinên Sûriyê xurt bike.

Her wiha Fatma Naşif a ji bajarê Reqayê jî got ku jina Ereb beşekî sereke yê civakê ye, xwedî vîn û hêzeke xurt, lê divê ku xwe birêxistin bike.

(jo/mm)

ANHA

FITHEA SEX HAMED FATIMA ALNASIF