Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Êzîdî ku hatin rizgarkirin, destdirêjiya DAIŞ vegotin

NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyên DAIŞ`ê bi revandin û firotinê xwestin îradeya jinên Şengalê bişkînin. Jinên êzdî ku di hemeleya Xezeba Firatê de ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê hatine rizgarkirin, serpêhatiyên ku pê re derbas bûne vegotin.

Çeteyên DAIŞ`ê di kesayeta Şengalê de destê xwe avêtin jinan. Çeteyan bajarê Til Efer a dikeve rojavayê bajarê Mûsilê û Reqqayê weke navenda firotina jinên Şengalê bikar anîn. Jinên Şengalê li hemberî zulma DAIŞ`ê teslîm nebûn û hin jinên êzîdî di Hemleya Xezeba Firatê de ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê ve hatin rizgarkirin.

Jinên Şengalê yên rizgar bûne destdirêjiya çeteyên DAIŞ`ê û aliyek ji serpêhatiya xwe vegotin. Ajansa me dê serpêhatî û vegotinên jinên Êzîdî yên hatine rizgarkirin di 7 rojan de bi xwendevanan re parve bikin. Rojê dê dosyek bi sernavê ʹŞûna rondikan xwîn diherike` bi weşînin. Di van dosyan de zilma jinên Êzdî ji destê çeteyên DAIŞ`ê dîtine ji aliyê wan ve tê vegotin.

(np)

ANHA