Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên êzîdî yên ji çeteyan hatin rizgarkirin Çarşema Sor pîroz kirin

QAMIŞLO – Jinên êzîdî Selîme  Seydo, Nîdal Elî û zaroka bi navê Bêrîvan Ferman piştî 3 salan hatine îsl bi gelê xwe yê êzidî re şahiyên cejna Çarşema Sor pîroz kirin.QAM-3JINEN-IZIDI-CUN-CARSEMBA-SOR-PEROZKIRIN (2)

Piştî 3 salan ku herês jinên navborî ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn revandin. Jinên êzidî yên ji aliyê YPJ/YPG`ê ve hatin rizgarkirin, li Kantona Cizîrê cejna Çarşema Sor pîroz kirin.

Berdevka Fermî ya YPJ`ê Nesrîn Ebdullah bi Selîme Seydo ya 27 salî  û Nîdal Elî ya 20 salî û zaroka bi navê Bêrîvan ferman a 9 salî yên di çarçoveya Hemleya Xezeba Firatê de ji aliyê YPJ`ê ve hatine rizgarkirin,duh serdana Mala Êzidiyan a li Kantona Cizîrê ya li navenda bajarê Amûdê kirin û piştî sê salan cejna xwe pîroz kirin.

Di çarçoveya serdanê de Selîme Seydo kêfxweşiya xwe ji rizgarbûna xwe ya ji çeteyên DAIŞ`ê anî ziman û wiha got: ʺJi dema çeteyên DAIŞ`ê em revandin, em ji pîrozbahiyên Çarşema Sor ku cejna me ya pîroze, hatin mehrûm kirin. Niha em bi saya YPJ`ê ku em ji çeteyan rizgar kirin, careke din bi gelê xwe yê Êzidî re beşdarî cejnê dibin.ʺ

YPJ`ê di çerçoveya Hemleya Xezeba Firatê de berî 10 rojan Selîme Seydo ya 27 salî, Nîdal Elî ya 20 salî û zaroka bi navê Bêrîvan Ferman a 9 salî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û duh serdana Mala Êzidiyan a kantona Cizîrê kirin û îro radestî Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê hatin kirin da li wan vegerînin warê wan.

(rr/dc)

ANHA

QAM-3JINEN-IZIDI-CUN-CARSEMBA-SOR-PEROZKIRIN (3) QAM-3JINEN-IZIDI-CUN-CARSEMBA-SOR-PEROZKIRIN (4)