Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên herêmên rizgarkirî xebatên çandiniyê dikin

Dîmen

ŞAHBA – Jinên herêmên Şahbayê yên rizgarkirî xebatên çandiniyê dikin û pê debara xwe dikin.

Jinên herêmên Şahbayê yên rizgarkirî zeviyên xwe diçînin.  Li zeviyan ″genim, nîsk, nok, kemûn, kizbera, pîvaz, sîr û hwd″ têne çandin.

Jin sibeha zû radibin, karê male xelas dikin, pêdiviyên zarokên xwe bi cih tînin û berê xwe didin nava zeviyên xwe.

Jina bi navê Nûr Merîk ji bajaroka Ihris e, anî ziman ku ew xebatên çandiniyê dikin da debara xwe bikin û pêdiviyên xwe bi cih bînin.

Jina bi navê Sebîha Nasir jî da zanîn ku ew sibeha zû heta saetên nîvroj dixebitin, da pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin.

(mm)

ANHA