Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Hesekê berxwedana grevên birçîbûnê silav kirin

HESEKÊ – Endamên Kongreya Star dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi civînekê bi bîr anîn û bi daxuyaniyekê berxwedana grevên birçîbûnê  silav kirin.

Di civînê de bi dehan endamên rêveber ên Kongreya Star û jinên bajarê Hesekê amadebûn. Civîn bi rêzgirtinê hate destpêkirin, paşê ji Rêvebera Kongreya Star Destan Ax Çiya axivî û behsa dayîka Ocalan Uweyîş kir.HSK-BIRANINA-DAYIKA-EUES (1)

Piştî axaftinê, Endamên Kongreya Star bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi girtiyên di grevên birçîbûnê de yên di zindanê de anîn ziman û berxwedana wan silav kirin. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Kongreya Star Helîme Beker ve hat xwendin.

Helîme berxwedana grevên birçîbûnê li hemberî pîlan û kompoleyan silav kir û da zanîn ku ew ê li ser rêya girtiyên di greva birçîbûnê de bimeşin.

Helîme Beker kiryarên hikumeta Tirkiyê li hemberî girtiyên siyasî şermezar kir û daxwaz ji rêxistinên mirovahî yên navneteweyî kir ku destwerdana rewşa grevên birçîbûnê bikin.

Di dawiya daxuyaniyê  dûrişmeyên silavkirina berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê û grevên birçîbûnê hat berizkirin.

(kc)

ANHA