Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Idlibê: Ji çewisandina mafên jinê re NA

ŞEHBA – Jinên ji parêzgeha Idlibê ên koçberî kantona Şehbayê bûne gotin:” Ji tund û koletiya li hember jin re na, ji çewistandina mafên wan re na. ji demokrasiyê û hemû jinên ji bo avakirina nifşekî zane dixebitin û ji azadiyê jinan re erê.”

Têkildarî rewşa jinên li parêzgeha Idlibê, ji ber kiriyarên çeteyên dagirkirya Tirkiyê û Heyet Tehrîr El-Şam, jinên herêmê yên ku niha li katnona Şehbayê dimînin daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li pêşiya komîngeha Şehîd Mihemed Welîd Henkûş a herêma Til Rifet a girêdayî kantona Şehbayê ji aliyê endama komînê Hala Hemşawî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Îro, em behsa mijareke pir girîng dikin, ev mijara, tundiya li ser jinan ku ji aliyê çeteyên Tirkiyê li Idlibê ve pêk tê. Wekî tê zanîn, navê jinê bi jiyanê re bûye yek, li hember wan rewşeke li dijî jiyan hatiye feriz kirin, ji ber ku civak li jinan wekî pasûyekî kêm dinêre. Lê ev nêrîn di bingeha xwe de şaş e. Jin hemû pîvanên jiyanê ava dike. Heger jin bi sîfeta xwe wekî nirxê jiyanê neyê rizgarkirin, dê jiyan bi xwe veguhere xeyalan. Heger lihevkirina zilam bi jiyan û jinê pêk neyê dê xweşî jî xeyal bimîne.

Azadiya jin ne tenê azadiya civakê destnîşan dike, lê belê divê tedbîrên teyorî, rêxistinî û pratîkî yên pêwîst jî bêne girtin. Ya herî girîng, divê em ji bîr nekin ku azadiya jinê pêk neyê polîtîkeya demokratîk jî ne mumkin e.

Xuya dike ku jin û zilam her du azad in û wekî hev in, lê rêbazên xapandin û newekheviyê veşartî ne. Jin hem zihnî û hem jî fîzîkî rastî koletiyeke mezin hatiye, gerke jin (Dayika pîroz), ji wê rewşê were derxistin, bêyî jin jiyan nabe.

Jin hîma sereke ya civaka exlaq û polîtîk e û di vî warê de roleke girîng temsîl dike û pêk tîne. Bêyî jin jiyan nabe û beyî exlaq û estetîk jî azadî pêk nayê.

Xwişkên rêzdar, gereke hûn sebir bikin, ji bo azadkirina jinê lêgerînê bikin, bila bingeha hemû çalakiyên we, lêgerîna ji bo azadkirina jinê be. Bi hêvî û bawerî tevbigerin. Bi vî awayî hûnê bibin fermandarên pêşeng û parastvanên welatî xwe. Ev jî bi xwe rêzdariya li hember jinê ye.

Ji tund û koletiya li hember jin re na, ji çewistandina mafên wan re na. ji demokrasiyê û hemû jinên ji bo avakirina nifşekî zane dixebitin û ji azadiyê jinan re erê.”

(bb)

ANHA