Têkilî | Derheqê me de
ANHA

 Jinên Kantona Efrînê îlnakirina Kantona Şehbayê pîroz kirin

ŞEHBA – Koordînasyona Kongreya Star û endamên rêveber ên saziyên jinan ên Efrînê, ragihandina Şehba wek kanton li Meclîsa Rêveber a Kantona Şehbayê û gelê wê pîroz kirin.SEHBA-ZIYARETKIRINA-JI-BO-PIROZKIRINA-KANTONA (4)

Şandeyek  ku ji endamên Koordînasyona Kongreya Star, endamên rêveber ên Yekîtiya Êzidiyan, endamên rêveber ên Rêxistina Sara ya Têkoşîna Şîdeta li Dijî Jinê yên Kantona Efrînê, pêk dihat, sardana Meclîsa Rêveber a Şehbayê kir.

Şande ji aliyê Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Şehba Cîhan Xidro û Hevseroka Meclîsa Babê Fîdan Osman ve hatin pêşwazîkirin.

Hevseroka Kantona Şehbayê, bi xêrhatina şandeyê kir û raghandina Kantona Şehbayê wekî pêngaveke pîroz bi nav kir.CIHAN-XIDIRO

Her  wiha  şandeyê ragihandina Kantona Şehba pîroz kir. Endama Kordînasyona Kongra Star a Kantona Efrînê Eyşe Xezne bal kişande ser beşdarbûna Şehbayê di nava sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê.

Endama Rêveber a Rêxistina Sara ya Têkoşîna Şîdeta li Dijî Jinê Ranya Cafer jî li ser rola jinê di sîstema Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê de, nirxand.

Di dawiya serdanê de, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona şehbayê Cîhan Xidro û Hevseroka Maclîsa bajarê Babê Fîdan Osman, spasiya şandeyê kirin.

Meclîsa Rêveber a Herêma Şehbayê di 7`ê vê mehê de bi daxuyaniyekê ji raya giştî re, avakirina Kantona Şehbayê raghand.

 (rr)

ANHA