Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Kurd beşdarî civîna Jinên Rojhilata Navîn bûne

NAVENDA NÛÇEYAN – Civîna jinên Rojhilata Navîn a ji bo jinên Cîhanê di roja 25ʹê vê mehê de li Tunisê destpê kir û dê sê rojan dewam bike. 2 nûnerên Kurd jî tevlî civînê bûne.+Jinên kurd beşdarî civîna Jinên Rojhilata Navîn bûne (2)

Civîna jinên Rojhilata Navîn a ji bo jinên Cîhanê di 25`ê  mehê de destpê kir û dê sê rojan dewam bike.  Ji Rojava û Bakurê Kurdistanê jî 2 nûner beşdarî civînê bûn.

Ji Tunisê gelek rêxistinên jinan tevlî civînê bûn. Her wiha Rêxistina Jinên Demokratîk, jinên ji Mexribê, Filistîn, Cezair,Urdin û Mûzenbîq jî beşdarî civînê bûn.

Civîn bi xwendina nameya Endama meşa jinê ya Cîhanê Xitem Sefin ku niha di zindana Îsraîlê de ye destpê kir. Paşê ji aliyê nûneran ve axaftin hate kirin. Axaftina yekemîn ji aliyê jinên Mexiribê ve hate kirin. Di axaftinê de bal hate kişandin ser tundiya li ser jinên û asta ku tê de pêk tê.

Axaftina duyemîn jî ji aliyê nûnera Rojavayê Kurdistanê Hena Sido ve hate kirin.  Hena bal kişand ser Şoreşa Rojava, destkeftiyên ku hatine bidestxistin û xebatên jinan di aliyê aborî,siyasî, hiqûqî û civakî de. Her wiha hate gotin ku jin bi destê jinan têne rizgarkirin û got ku dê tekoşîn heta hemû jin rizgar bibin bidome.

Di civînê de şoreşa Rojava wekî nimûneya şoreşa jinan hate destnîşankirin û ji girtiyên jin ên Kurdistanê û Filistînê re azadî hate xwestin.

Ji Bakurê Kurdistanê jî Ayisa Simsek tevli civin bû. Ayisa Simsek di civînê de axivî û bal kişand ser girîngiya piştgiriya jinêndi girtîgehan de, her wiha bal kişand ser siyasetên AKPʹ yên li dijî jinan û da zanîn ku Hevseroka HDP û gelek siyasetmedarên jin di girtîgehên AKPʹê de hatine girtin.

Civîn bi nîqaş û axaftinan dewam dike.

(dc)

ANHA