Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Kurd û Ereb: Şoreşa jinê berhema keda her sê têkoşeran e’

Dîmen

KADAR IBRAHÎM

QAMIŞLO – Jinên Kurd û Ereb ên navçeya Tirbespiyê qetilkirina her sê jinên têkoşer li Parîsê şermezar kirin û şoreşa jinê ya Rojava berhema keda her sê têkoşeran bi nav kirin.

Têkildarî salvegera 5‘an a qetilkirina her sê jinên pêşeng Sakîna Cansîz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li Parîsê, jinên Kurd û Ereb ên ji navçeya Tirbespiyê nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Welatiya bi navê Nezha Seyfedîn di kesayeta her sê têkoşeran de hemû şehîdên ku di oxira rizgarkirina jinan şehîd bûne, bi bîr anî.

Nezha got” Her sê têkoşer, Sakîna, Leyla û Fîdan çirûskên agirê şoreşê pêxistin û ji hemû jinan re bûne mînakên jinên berxwedêr. Her sê têkoşer li Ewrûpayê di qada siyasî de bi armanca danasîna doza gelê Kurd ji cîhanê re dixebitin.ʺFIRGA ALHMADI

Welatiya bi navê Ferca El-Hemadî a ji pêkhateya Ereb jî her sê jinên pêşeng bi bîr anîn û got”Her sê jinên têkoşer ji me re bûne mînak û zincîra koletiye ya ku li ser me hatibû ferizkirin, bi saya wan hatin şikandin û riya azadiyê ji me re nîşan da.ʺ

Ferca El-Hemadî, şoreşa jina azad a ku niha tê jiyîn berhema keda her sê têkoşeran bi nav kir û qetilkirina her sê jinan şermezar kir.

(hş/kc)

ANHA