Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Minbicê Meclîsa xwe ava kirin

MINBIC – Jinên Minbicê yên ji hemû pêkhateyan, Meclîsa xwe ava kirin.MINBIC-MECLISA-JINE ‫(38666760)‬ ‫‬

Jinên bajarê Minbicê li Mala Jinê ya bajêr li hev civiyan. Di civînê de, Hevseroka Meclîsa Rêveber a bajêr Zeyneb Qenber û cîgira wê Cemîle Ehmed, cîgira Hevserokatiya Meclîsa Zagosaz a bajêr Emel Dada, Endamên hemû saziyên sivîl û bi dehan jinên ji hemû pêkhateyên herêmê, amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Endama Meclîsa Jinê ya Minbicê û gundewarên wê Ferîde Xelîl avakirina Meclîsê li jinên têkoşer û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got ku ev gav di pêvajoyeke dîrokî de, hat avêtin.

Piştre daxuyaniya civîna Damezrîner a Meclîsa Jinê ya Minbicê û gundewarên wê hat xwendin. Daxuyanî wiha ye: ″Tevî ku jinê di civaka xwezayî de, roleke girîng lîst, lê ew di dîrokê de ji hemû milên siyasî, fikirî û civakî ve rastî îşkenceyê dihat. Jinê di bin zihniyeta baviksalarî de jiyana xwe domand û ji mafê xwe bêpar ma. Di serdema 21′ê de jin bû sembola berxwedan û têkoşînê, rastiya xwe nas kir  û hêz ji jinên têkoşer girt. Jinê hêzeke xwe ya taybet ava kir, di warê siyasî, dîplomasî û rêxistinî de xwe birêxistin kir da bigihêje jiyana azad û civaka exlaqî û polîtîk ava bike.MINBIC-MECLISA-JINE ‫(38666758)‬ ‫‬

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, jin rastî gelek kiryarên kuştin, tecawizkirin, koçkirin, recimkirin û revandin. Zulma ku bi serê jinên Şengalî hat, mînaka wê yekê ye. Lê tevî vê yekê jin li ber xwe dide. Bi destpêkirina operasyona rizgarkirina Minbicê de, bi sedan jinên herêmê beşdarî nava refên Hêzên Parastina Jinan  û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn û jin parastin.

Jina Minbicî bi azadiya xwe û lidarxistina çalakiyan kêfxweşe. Bi rizgarkirina  Minbicê re jinên ji hemû pêkhateyan beşdarî xebatên Meclîs û saziyên bajêr bûn, dest bi çareserkirina pirsgirkên xwe kirin û Mala Jin kirin navenda hînkirin û pêşxistina jinê. Em ber bi avakirina Meclîseke giştî ji bo jinên Minbicê û gundewarên wê, gav davêjin.

Dê Meclîs dê jinê di milê siyasî, dîplomasî û aborî de birêxistin bike, mafên wê pê bide nasîn, her wiha koordîneya di navbera hemû jinan de, xurt bike. Bi riya bê vê yekê dê civakeke azad, demokratîk û Sûriyeke demokratîk, were avakirin.″

Piştî ku dîwana Meclîsê ji aliyê beşdaran ve hat avakirin, cîgira Hevserokatiya Meclîsa Zagonsaz Emele Dada, Hevseroka Meclîsa Rêveber Zeyneb Qenber, bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi navê Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk Şêraz Ebdullah, Endama MSD′ê Ebîr Receb,axivîn, avakirina Meclîsê pîroz kirin.

Di dawiya civînê de, Meclîsa Jinê ya Minbicê û gundewarên wê ji 35 Endaman hat avakirin.

(mm)

ANHA