Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Minbicê: Tevî tecrîda giran, lê fikirê Ocalan azad e

Dîmen

ESRA REMEDAN

MINBIC – Jinên bajarê Minbicê komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan şermezar kirin û tekez kirin ku fikirê Ocalan azad e.

15`ê Sibatê ango sibe salvegera 19`emîn a komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan e.

Derbarê mijarê, jinên ji bajarê  Minbicê ji ajansa me re axîvin û dane zanîn ku komplo têk çû û  komplogeran dikaribûn Ocalan di aliyê fîzikî de dîl bigrin, lê fikira wî azad e.

EMIL

Emel Mihemed: Em wekî Jinên Minbicê ji dewleta Tirk, Erdogan û hemû komplogerên li ser Bakurê Sûriyê re dibêjin ku dibe we rêber gelan Ocalan di aliyê fîzikî de girt be, lê fikir û giyanê wî bi me re ye. Em wekî  jinên Minbicê bi îrade û fikirê ku me ji Ocalan girtiye, em ê wî ji zindanê derxînin. Her çiqas dewleta Tirk û hevkarên wê bi êrîşên li ser Efrîn û Minbicê dixwazin komplo dewam bikin, lê komplo têk çûye.

KERIYMA

Kerîme Elî: Hêz û îradeya me ji komployên we xurtire. Bi saya şehîd û fikirên rêberê me em ê hemû êrîş û komployên li dijî Bakurê Sûriyê vala  der bixin û serkeftin a me ye. Em bi dil, fikir û ruhê xwe bi rêberê mirovahiyê re ne. Fikirên Ocalan di nava me de ye.

(kc)

ANHA