Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Qamişlo çanda kevnar diparêzin

Dîmen

EHMED SEMÎR-ŞIHAB EHMED

QAMIŞLO – Amûrên kevnar ên malbata Deqorî ku temenê wan 200 sal e, dîsa ji aliyê jinên taxa Hilêliyê ve têne bikaranîn. QAM-PEŞVECUNEA ZINEŞT (3)

Malbata Deqorî ya li taxa Hilêliyê li bajar Qamişlo dijî, bi amûrên pêşiyên xwe ku temenê wê vedigere zêdetirî 200 salî, karê xwe yê rojane pêk tînin.

Tevî pêşketina alavan jiyanî, lê gelek malbat li Rojavayî Kurdistanê çanda xwe diparêzin û di nava malên xwe de amurên kevin ku rojane bikar tînin, dihewînin. Yek jê malbata Deqorî ya li taxa Hilîliya Qamişlo dijî. Ev malbat amurên bav û kalê xwe parastin û heta niha jinên taxê bi saya wan li hev dicivin û bi hev re karê xwe dikin, li gor malbat dide diyarkirin temenê hin amuran heta 200 salî jî vediger.

Yek jî gope ku ji qirmîd ( fexar) pêk tê û  bi riya wê av tê veguhestin. Her çiqas ku hewa germ bibe jî avê hênik dihêle. Dîsa di malê de destarê ku ji du keviran pêk tê heye û di nêvenga wê de jî qulek heye. Ev alav ji bo hêrandina genim tê bikaranîn.

Her wiha Conî jî, kevirekî mezin e, reş e, di nêvengê de kurteke mezin heye, genim dikeve wir û bi mîkut tê kutan. li mal teşiya xaliyan jî heye.

Jinên taxa Hilêliyê, ji bo kotandina genim berê xwe didin mala Deqorî, li hev dicivin û bi xwe re stranên floklorî dibêjin.

Jina bi navê Kelsome Yunis ku temenê wê 70 sal derbas kiriye, da zanîn ku ev amûr parçeyek ji çanda pêşiyên wan in.

Ji aliyê xwe ve dayika Mekreme Mehmûd jî destnîşan kir ku ew ê bikaranîna van amûran fêrî nifşên nû bikin.

(nse/mm)

ANHA