Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Reqayê..Ji koletî ber bi rêvebirina civakê ve  

Dîmen

EMÎNE ELÎ

REQA –  Jinên Reqayê ji koletî û qeydên civakê rizgar bûn û  niha bûne pêşeng û civaka xwe  bi rêve dibin.

Duh li bajarê Reqayê Civîna Giştî ya Duyemîn a Meclîsa Sivîl a Reqayê hate lidarxistin. Di civînê de Meclîsa Rêveber û Zagonsaz ên Reqayê hatin hilbijartin û hevserokên wê hatin diyarkirin.

Beşdarbûna jinên Reqayê di nava hilbijartinan de û rakirina erka rêxistinkirin û avakirina Reqayê di hemû aliyan de bala her kesî dikşand. Jina Reqayê ku çeteyên DAIŞ`ê jiyana wan kiribûn dojeh û di bin navên ol û kevneşopiyên civakî de, sînorê wê tenê di çarçoveya malê diyar kiribû.REQA-JIN RQAWI DI HILBJARTIE DE BSR KIT (1)

Lê piştî rizgarkirina herêma Reqayê ji çeteyên DAIŞ û careke din vegera jiyanê li wê herêmê, jinên Reqayê careke din mafê xwe di jiyanê de vegerandin û cihên xwe di her saziyên Reqayê de girtin û êdî bi xwe  civaka xwe bi rêve dibin.

Mînaka wê jî duh Nadiya El-Hemade ku wekî Hevseroka Meclîsa Rêveber û cîgira wê Xezne Îbrahîm û Leyla Mustefa jî wekî Hevseroka Meclîsa Rêveber hatin hilbijartin.

Jinên navborî ku barekî giran girtin ser milên xwe ji ajansa me re axivin.

Nadiya El-Hemade destnîşan kir ku jina Sûrî mafê xwe jê hatibû standin, lê QSD`ê ku YPJ`ê jî cihê xwe di nav de digre careke din mafê jinê vegerandin û wiha pê de çûʺJin bingeha avakirina civaka ne.ʺ

Nadiya got ku ew ê  li gorî berpisyartiyê rabe û wê bibe dengê hemû jinan.

Xezne Îbrahîm jî ji hemû ji hemû jinên Sûriyê xwest ku rola xwe di avakirina civaka azad de rabin.

Xenze di  dawiya axaftina xwe de ev tişt gotʺQSD`ê em rizgar kirin,  em ê jî rizgarkirinê dewam bikin û civakê ji zihniyeta  desthildar û bandora sîstemên dîktetor rizgar bikin.ʺ

(kc)

ANHA