Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Tebqayê bi 25’ê Mijdarê re civiyan

Dîmen

TEBQA – Meclîsa Jinan a Sûriyeyê û bi hevkariya Meclîsa Jinan a Tebqayê di çarçoveya roja tekoşîna li hemberî tundiya li ser jinê de çalakiyên xwe didomînin.

Bi vê boneyê li gundên rojhilat û rojavayê Tebqayê gelek civîn û semîner hatin lidarxistin.

MENSORA1 MENSORA

MENSÛRA

Li bajarokê Mensûra yê ser bi Tebqayê ve, jî semînerek hate organîzekirin. Kordînatora Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Lîna Berekat, Rêvebera Mala Jin a bajarokê Mensûra Burtûqala Hemada û her wiha bi dehan jin û mêrên ji Mensûrayê beşdarî semînerê bûn.LINA BEREKAT

Bûrtuqala Hemada axivî û got: “Di vê rojê de hukmê dîktatoriya “Trujillo” ku her sê xuşkên “Mirabal” bi destê wî hatin kuştin, hilweşiya.”

Ji aliyê xwe ve Lîna Berekat li ser mijara tundiyê got: “Lêxistin, kuştin û axaftinên xerab. gelek cûreyên tundiya ku li ser jinê tên meşandin, hene.”

Rêvebera Meclîsa Jinan a Tebqayê Heyat Îsmaîyl jî wiha peyivî:”Heyanî ku jin azadiya xwe bi dest nexe, civak tu carî azad nabe.”

CIRNIYÊ

TEBQA-CLAKIYEN-JI-BO-JINE (3) TEBQA-CLAKIYEN-JI-BO-JINE (7)

Di heman çarçoveyê de li bajarokê Cirniyê jî civînek birêve çû û tê de Lîna Berekat wiha axivî:” Tundiya li ser jinê bûye wekî mîraseyekê ji nifşekî derbasî yekî din dibe. Jinê di destpêkê ve gelek êş û zilm ji mêr dîtiye.”

Endama Komîteya Lihevanînê ya Mala Jin a bajarokê Cirniyê Foza Mûrad roja 25’ê Mijdarê ji haziran re pênase kir û got: “Ji ber ku hersê xuşkên Mirabal red kirin ku bikevin bin desthilatdariyê, di derheqê wan de sûcekî mezin pêk hat û hersê jî hatin kuştin.”

Endama Kordînasyona Giştî ya Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Inûd Hesen jî wiha axivî: “Ji ber zanebûna kêm, cûdatiya di navera jin û mêr de û nebûna zagonên li dijî tundiya li ser jinê, tundî zêde dibe û şîdet tê bikaranîn.”

(bx)

ANHA