Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Tebqayê dê yekem bexçeyê zarokan vebikin

TEBQA – Di çarçoveya xebatên vekirina rêze baxçeyên zarokan ku tê payîn di bajarê tebqayê de bên vekirin de, Komîteya Baxçeyên Zarokan a girîdayî Meclîsa Jinê ya Tebqayê, yeke projeya  amadekariya vekirina baxçeyeke zarokan dike.

Kerta hînkirinê di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de, rastî aloziyeke mezin hatibû. Zarok ji perwerdeyê hatin mehrûmkirin, tenê li cihên ku çeteyan dixwestin perwedeya li gorî çeteyan ji zarokan re dihate dayîn. Çeteyan zarok teşwîqî kuştinê dikirin û navê  ʺzarokên xîlafetêʺ li wan dikirin.

Piştî şervaên QSDʹê bajar ji çeteyan rizgar kirin, qada hînkirinê rastî xebatên çalak hat. Dewreyên perwerdehiyê yên dildarî hatin vekirin û di heman demê de Komîteya Perwerde û Hînkirinê hat avakirin. Komîteyê jî dest bi tamîrkirina dibistanan û qeydkirina mamosteyên beşdarî perwerdehiyê bibin, kir.

Xebatên amadekariya baxçeya zarokan, bi yek rêzî bi xebatên amadekirinê ku Komîteya Perwerdeyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Tebqayê pêk tîne, tê meşandin. Tên pêkanîn da dest bi sala nû ya xwendinê ya 2017/2018`an bê kirin.

Di vê çarçovê de, Komîteya Baxçeyên Zarokan a girêdayî Meclîsa Jinê ya Tebqayê, dest bi amadekirina yekemîn baxçeya zarokan di bajêr de kir. Dê di çend rojên pêş de bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re, baxçeyê veke.

Endama Rêveber a Komîteya Baxçeyên Zarokan Sefai Xelûf diyar kir ku dê zarokên biçûk (hedane) heta 5 salî di nava baxçeya zarokan de bi cih bikin.

Baxçeya Zarokan dikeve taxa El-Hey El-Sanî ya bajêr ku li hemberî Navenda Çandê ye. Baxçe ji 3 beşan pêk tê. Beşê yekem zarokên temenê wan kêmî 2 salî di nav de cih digrin(hedane). Beşê duyem a zarokên 3 salî heta 4 salî ye, di vê beşê de perwerdehiya li ser bihîstinê tên dayîn (ne yên nivîsandinê). Beşê sêyem jî, ji bo zarokên 5 salî hatiye destnîşankirin. Di vê beşê de dê zarok ji bo xwendin û nivîsandinê bên perwerdekirin da ji asta seretayî ya dibistanê re bên amadekirin.

Endama Rêveber her wiha destnîşan kir ku vekirina beşê Hedane ya zarokan ji bo hêsankariya xebatên jinê di aliyên jiyanî de ye. Her wiha da perwerdeya zarokan di malê de nebe sebebek ku bandoreke nerênî li ser xebatên jinê çêbike.

Tê payîn ku di demên pêş de, 4 Baxçeyên din ên zarokan bên vekirin. Lê Endama Komîteya Baxçeyên Zarokan dema vekirina 4 baxçeyên din destnîşan nekir.

(rr)

ANHA