Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Tebqayê modêla jiyana nû ava dikin

Dîmen

TEBQA– Meclîsa Jin a Tebqayê û gundewarên wê bi armanca pêşxistina jinan û aktîvkirina rola wan di hemû qadên jiyanê de, ji endamên meclîsa jin û malên jin ên bajarê Tebqayê û gundewarên wê re dewreyeke perwerdê da destpêkirin.HEYAT-ISMAYIL-300x200

Di dewreya ku bi navê “Dewreya Şehîd Sewreya El-Erebiya” hatibû vekirin de 20 endamên meclîsa jin û mala jin  beşdar bûne. Dewreya perwerdê dê hefteyekê berdewam bike, tê de waneyên derbarê dîroka jin, rêveberî û polîtîka, girîngiya perwerdê û çanda netewaya demokratîk werin dayîn.

Rêvebera Meclîsa Jin a bajarê Tebqa û gundewarên wê, Heyat Ismaîl derbarê perwerdeyê de got: ” Ji bo em pêşbikevin û modêlek nû ya jiyana xwe ava bikin, pêwîstiya me bi perwerdê heye. Bi perwerdeyê jin êdî dikare rola xwe bi awayekî aktîv di civakî de bilîze.”

Rêvebera Mal Jin a navçeya Mensûra Burtuqala El-Nasir ku tevlî perwerdeê bûye got: “Beriya Meclîsa Jina avabibûya em di wê tirsê dibûn, em hina rizgar bûne.”

Burtuqala El-Nasir bang li hemû jinan kir ku tevlî dewreyên perwerdê bibin.

Şehîd Şewra El-Erebiya sala 1999’an di têkoşîna li dijî dewleta Tirkiyê de şehîd bû.

(bb)

ANHA