Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Tebqayê xwe perwerde dikin

TEBQA – Meclîsa Jin a Tebqayê dewreya perwerde ya Şehîd Sewra El-Erebiyê bi dawî kir û wê dest bi dewreyeke dîtir bike.BERCIN MIHEMD

Dewreya Şehîd Sewra El-Erebiye ya ku Meclîsa Jin destpêkiribû bi dawî bû. Di dewreya perwerde de dersên bîrdozî (dîroka jin, rêveberî, polîtîka û netewa demokratîk) hate dayîn.

Dewreya perwerdê ku 8 rojan dewam kir, 50 jin tevlî perwerdeyê bibûn.

Têkildarî perwerde Rêveberiya Meclîsa Tebqa ya Sivîl Berjîn Mihemed axivî û wiha got:”Jina Tebqayê bi salan ji çeteyên DAIŞ`ê zilm dît û ji gelek mafên xwe mehrûm hate hiştin. Ji ber vê yekê jin perwerdekirin û ew tevlî xebatê kirin erkekî ku ji me tê xwestin.”TEHANI SELAL

Di heman çarçoveyê de, Tehanî El-Sîlal ku cihê xwe di dewreya perwerde de girtibû nêrînên xwe anîn ziman û wiha got:”Min ji perwerde gelekî sûdwergirt. Êdî ez dikarim ji bo mafên xwe têbikoşim”.

Rêveberiya Meclîsa Jin piştî ku dewreya perwerde ya Şehîd Sewre El-Erebiye bi dawî kir, wê di vê hefteya pêş de dest bi dewreyeke perwerde ya dîtir bike.

(np)

ANHA