Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Tebqayê yekemîn tabûra xwe ya leşkerî ava kirin

TEBQA – Piştî amadekariyan, li Tebqayê yekem tabûra jinan a di bin banê QSD’ê de hate ragihandin.TEBQA-YEKEM-ILANKIRNA-KETIBA-LESGERI-YA-JIN (1)

Ragihandina”Tabûra Şehîd Hebûn Ereb”bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên jin ve bi amadebûna fermadnarên QSD û YPJ`ê, hate destpêkirin.

Fermandara tabûrê Derya Amargî di merasîmê de axivî û da zanîn ku Tabûrî Şehîd Hebûn Ereb gava destpêkê di aliyê leşkerî de ye û armanca tabûrê ew e ku jin rola xwe di avakirina civakê de û parastina jinê de rabe.

Avakirina yekemîn tabûra jinên Ereb, gavekî dîrokî û girîng e ji bo hemû jinên  Ereban di avakirina sîstema xweparastinê de.

Amargî tekez kir ku 45 şervanên Tabûra Şehîd Hebûn Ereb, amade ne ku erka xwe ya parastinê pêk bînin.

TEBQA-YEKEM-ILANKIRNA-KETIBA-LESGERI-YA-JIN (4) TEBQA-YEKEM-ILANKIRNA-KETIBA-LESGERI-YA-JIN (2)

Dayîka şehîd Dilovan Tebqa ku yekemîn ciwanê Tebqa li Reqayê şehîd bû, Iwêş Mihemed îlankirina tabûrê li hemû şervanan pîroz kir û serkeftin ji wan re xwest.

Bi dûrişmeyên”Jin jiyana azadî, bi can bi xwîn em bi te re ey şehîd”merasîma îlankirina tabûrê bi gerandina govendê li ber  stranên erebî bi dawî bû.

Şervana YPJ`ê Hebûn Ereb ji Reqayê ye û beriya niha bi 4 mehan di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibû.

(kc)

ANHA