Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Til Hemîs: Ev hilbijartin pêngaveke serkeftî di dîroka Sûriyê de ye

Dîmen

ŞEHAB EHMED

QAMIŞLO – Jinên navçeya Til Hemîs ya kantona Qamişlo berê xwe didin sendoqên hilbijartinan û dengê xwe bi kar tînin û  gotin:” Ev hilbijartin pêngaveke serkeftî di dîroka Sûriyê de ye”.TILHAMIS-JINAN-DINKI-XO-DAN (6)

Hilbijartinên meclîsên rêveberiya herêmî ya Bakurê Sûriyê didomin. Şênî ber xwe didin navendên hilbijartinan  û dengê xwe bi kar tînin.

Navçeya Til Hemîs a ku piraniya xelkên wê Ereb e, jinên navçeyê bi tevlîbûneke pir mezin beşdarî hilbijartinan dibin.

Welatiya bi  navê Sumeya Etiya bi kêfxweşî berê xwe da navenda hilbijartinê û wiha got:”Ev hilbijartin pêngaveke serkeftî di dîroka Sûriyê de ye û min dengê xwe da kesê ku baweriya min pê heye”.

Sûmeya di axaftina xwe de tekez kir ku pêwîste hemû jin mafê xwe yê dengdayînê bi kar bînin.

Nicûd Elî û Nehrên Îsan wiha axivin:” Kesê ku di hilbijartinan de bi ser bikeve pêwîste ku hemû pêdiviyên herêmê bicîh bînin”.

(bx/kc)

ANHA

TILHAMIS-JINAN-DINKI-XO-DAN (5) TILHAMIS-JINAN-DINKI-XO-DAN (4) TILHAMIS-JINAN-DINKI-XO-DAN (2) TILHAMIS-JINAN-DINKI-XO-DAN (1) TILHAMIS-JINAN-DINKI-XO-DAN (7)