Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jinên Til Temir rola jinê di civakê de nirxandin

TIL TEMIR – Endamên Kongreya Star û jinên Aşûrî rola jinê di civakê de nirxandin û bal kişandin ser girîngiya xurtkirina têkiliya di navbera jinên hemû pêkhateyan de.TILTEMIR-CIVINA-KONGIRA-SITAR4

Endamên Kongreya Star û jinên Aşûrî yên bajarê Til Temir beşdsarî semînerekê bûn û rola jinê  di civakê de nîqaş kirin. Semîner li Navenda Meclîsa Şehîdan a bajarê Til Temir hat organîzekirin.

Semîner bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Komîteya Têkîliyên Giştî ya Kongreya Star a Kantona Cizîrê Cemîle Osman axivî û da zanîn ku şoreşa Rojava şoreşa rizgarkirina jinê ji desthilatdariya zilame û wiha domand: ″Jinê bi riya şoreşa Rojava xwe di qadên siyasî, leşkerî û civakî de birêxistin kir.ʺ

Cemîle Hisên di berdewama axaftina xwe de, bal kişand ser girîngiya rêxistinkirina tevahî jinên Sûriyê û wiha got: ″Jina Aşûrî li gel jinên Ereb û Kurd têdikoşe.″

Piştî ku nirxandina Cemîle Osman bi dawî bû, jinên ku beşdarî nîqaşa rola jinê di civakê de bibûn, anîn ziman ku divê têkiliya di navbera jinên ji hemû pêkhateyan de were xurtkirin û diyar kirin ku ji bo jin bibe xwedî îrade, divê têbikoşe û xwe birêxistin bike.

(np)

ANHA