Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jiyan bi ewle bûye û 30 hezar sivîl vegeriyan warên xwe

SÎLVA MUSTEFA – MIHEMED EBDO

HELEB – Li taxên rojhilatê Helebê jiyan bi ewle bûye û rojane bi dehan malbatên ku koçî herêmên cûda yên Sûriyê bûne, vedigerin warên xwe. Li aliyekî din, rewşa herêmê ya aborî nebaşe û bangên alîkariyê têne kirin.HLB-VEKERA-GEL-JI-TAXIN-ROJHLATI-HELEB1 ‫(1)‬ ‫‬

Piştî ku taxên rojhilatê Helebê ″Hulok, Bustan Başa, Biêdîn, Şêx Xidir, Şêx Faris, Heyderiyê û Zeytûnat″ ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê û Hêzên Asayîşê ve hatin rizgarkirin.

Jiyana van taxan bi ewle bû û rojane bi dehan malbatên ku ji ber rewşa şer koçî herêmên cûda yên Sûriyê kirine, vedigerin warên xwe.

30 hezar sivîl vegeriyan

Beriya du mehan hejmara sivîlên ku vegeriyabûn taxên rojhilat 22 hezar û 886 kes (4 hezar û 890 malbat) bûn. Niha jî hejmara sivîlan rabûye 30 hezar kesî (5 hezar û 600 malbat).YASIR EHMED HEDMDUN

Derbarê vê yekê de, Hevserokê TEV-DEM′ê  li taxên rojhilat Yasir Ehmed Hemdûn anî ziman ku serweriya komên çete li ser taxên rojhilat, bandoreke neyînî li ser jiyana şêniyên van taxan kir. Hemdûn wiha got: ″Ewlehî li van taxan nema, ji ber vê welatiyên sivîl ji bo ewlehiyê koç kirin û berê xwe dan herêmên cûda yên Sûriyê. Piştî ku taxên me azad bûn, jiyan bi ewle bûye.″

Hemdûn da zanîn ku TEV-DEM′ê di milên xizmetê û rêxistinî de, destek dan welatiyan û di 9 mehan de, kar  saziyan hat rêxistinkirin û ektîfkirin.

Hemdûn her wiha destnîşan kir ku şervanên YPG/YPJ′ê û Hêzên Asayîşê bi şev û roj ewlehiya van taxan diparêzin û wiha domand: ″Ji ber ku rewşa taxên me bi ewle bûye, rojane bi dehan malbat vedigerin warên xwe û malên xwe sererast dikin. Niha li taxên rojhilat 30 hezar kes dijîn û ev hejmar roj bi roj zêde dibe.″HLB-VEKERA-GEL-JI-TAXIN-ROJHLATI-HELEB1 ‫(1)‬

Banga alîkariyê

Hemdûn got ku rêxistinên navneteweyî îdîa dikin ku parastina mafên mirovan dikin, lê di rastiyê de alîkariyê pêşkêşî welatiyên sivîl nake û rewşa wan paşguh dike.

Hemdûn di berdewama axaftina xwe de, bang li rêxistinên mirovî kir ku rewşa taxên rojhilat a aborî di ber çav re derbas bikin û alîkariya wan bikin.

(mm)

ANHA