Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Panorama 2016-6

Jiyana komînal li Bakûrê Suriyê belav bû

NESRÎN EBDÎ- ALAN ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Xebatên ku li Kantonên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di warê civakî de hatin meşandin, ji bo cihên ku nû hatine rizgarkirin jî bûn mînak. Di 2016’an de li kanton ev xebat berfirehtir bûn, li cihên rizgarkirî jî sîstem hat avakirin.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di sala 2016`an de jî, qonaxên hesas û giranbuha derbas kirin. Li vê xaknîgariyê, bi hevrastbûna pêngavên QSD`ê re, bi taybet li wargehên hatine rizgarkirin, pêlên pêşwazîkirina pêdiviyan, rêxistinkirin, geşkirina aborî, pêşxistina perwerdeyê û hwd. hatin dîtin. Bi van geşedanan re êdî nêrîna jiyana hevbeş ji sînorên kantonan derket û wekî ku cara yekemîn di reşnivîsa projeya Sîsteme Federaliya Demokratîk de hat şixulandin, gotina Bakurê Sûriyeyê jiyanî bû. Ev yek jî taybetmendiyeke sala 2016`an ku dê di dîrokê de cihê xwe bigire ye.

Herêmên nû xweseriya xwe pêk anî

Li ser bangewaziyên şêniyan, hêzên QSD`ê ku di dawiya 2015`an hatibûn avakirin, di 2016`an de gelek herêmên ku ji başûrê Hesekê heta bajarê Minbicê dirêj dibe, rizgar kirin. Piştî rizgarkirinê, li gorî pîvanên sîstema federaliya demokratîk ku bingeha xwe ji fikra Netewa Demokratîk digire, rêveberiya van wargehan radestî meclîsên sivîl ên ku ji welatiyên herêmê pêk tên, hatin kirin. Bi gotineke din her herêm bû xwedî statuyeke xweser.

Hol

Li herêmên başûrê Hesekê yên wekî Hol û Şedadê, piştî paqijkirina ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê û misogerkirina ewlehiyê, pêla vegerê destpê kir.hol-1

Li Herêma Holê ku di 13`ê mijdara 2015`an de hat rizgarkirin, meclîsa yekemîn di 30`ê nîsana 2016’an de hat damezirandin. Meclîsa ku ji rûspiyên herêmê pêk tê, vegera gel ku ji 2`ê gulanê ve destpê kir, organîze kir. Li gorî daneyên meclîsê, derdora hezar û 200 mal vegeriyan, bi gotineke din piraniya şêniyên herêmê vegeriyan warê xwe.

Bi vegera welatiyan re, bi armanca xizmetguzarî û pêşwazîkirina pêdiviyan, cara yekem şaredariya herêmê di 30`ê gulanê de hat vekirin. Bi awayekî hevrast gel jî xwe birêxistin kir û 16 komîn hatin avakirin. Piştî çar salan jî cara yekemîn sîstema perwerdeyê destpê kir û  47 dibistanên ku 172 mamoste tê de perwerdê didin, hatin vekirin.

Dîsa ji bo mîsogerkirina ewlekariya welatiyan Rêxistina Rojava a Rakirina Mayînan (RMCO) 714 mayîn bêbandor kirin û xebatên xwe li derdora Kampa Penaberan a Holê domandin.

Şedadê

Li bajaroka Şedadê ku beriya deh mehan hat rizgarkirin, xebatên sazumaniyê hatin destpêkirin. Di adarê de asayîş, di 25`ê tîrmehê de jî şaredarî hat avakirin. Di 5`ê gulanê de firina bajar hat vekirin. Wekî gava yekemîn bajar ji bermahiyên DAIŞ`ê hat paqijkirin. di 6`ê tebaxê de, TEV-DEM`ê bi armanca destekdayîn şêniyan, dest bi hemleyekê kir.

sedade-1

sedade-2Di vê hemleyê de stasyonên avê yên bi nave Mexrum û Şedadê hatin sererastkirin, sê hezar û 600 kîs çîmento û 30 hezar torbeyên ard hatin belavkirin.

Di 11`ê kanûnê de jî yekemîn komîn li taxa başûrê bajar hat sazkirin.

Sirîn û Minbic

Vegera welatiyên bajaroka Sirînê ku dikeve başûrê Kobanê, di 17`ê çileyê de destpê kir. Piştî wê bi du rojan ango di 19`ê çileyê de yekemîn navenda asayîşê vebû û di 29`ê heman mehê de , yekemîn Meclîsa Gel ku ji 8 kesan pêk tê, hat sazkirin, lê di 9`ê nîsanê de hat firehkirin û hejmara endamên wê derket 13`yan, ji wan jî şeş jin in.

sirin-3

Di 25`ê nîsanê de, komîteya aborî ku ji 6 endaman pêk tê, ava bû. Her wiha di 2`yê Hizêranê de, firina bajar hat sererastkirin û 46 karker dest bi xebatê kir. Ji bo amadekariyên perwerdeyê, di 17`ê tebaxê dewreyek bi amadebûna 250 mamosteyan hat vekirin.

Di 6`ê heman mehê de, Desteya Parastinê ya Kobanê, navendeke Erka Xweparastinê li Sirînê vekir.sirin-4

Dîsa di 27`ê cotmehê de, Saziya Mabalbatên Şehîdan komîteyeke ji 8 endaman li Sirînê saz kir. Di 26`ê mijdarê de Şaredariya Gel ku 18 endaman dihewîne, hat vekirin.

Herî dawiyê di 5`ê kanûnê de, Desteya Karên Hundirîn a Kantona Kobanê navenda Tirafîkê vekir.

sirin-1

Meclîsa Minbicê li Sirrin hat damezirandin

Bajarê Sirînê di vê salê de malovaneyike girîng jî kiriye. Di 5`ê nîsanê de hemû pêkhateyên Minbicê li Sirrînê civiyan û di encamê de Meclîsa Sivîl a Minbicê ku ji 43 kesan pêk tê, hat damezirandin. Ev Meclîs bû zemîneke xurt ku xebatên civakî piştî rizgarkirina Minbicê di 12`ê tebaxê de, bên pêşxistin. Lewma bajar û gundên wê weke sê xetan hatin dabeşkirin (Heyîyê li rojhilat, Ebû Qelqel li başûrê bajar û Eseliyê li rojava ). Li van xetan 150 meclîs hatin avakirin û mala gel a yekemîn li gundê Doşan di 18`ê cotmehê de hat vekirin.

Di heman demê de, xebatên paqijkirina bajar ji bermahiyên DAIŞ`ê dihatin meşandin û derdora 160 mayîn hat bêbandorkirin, 300 ton xirbe ji bajar hat avêtin. Di 14`ê mijdarê de, xebatên sererastkirina çar pirên di nava bajar de, hatin destpêkirin. Li rex van, 1700 paketên alîkariyê hatin belavkirin.

minbic-3

Di warê xizmetguzaryiê de, bi taybet pêşwazîkirina pêwîstiyên jiyanî çêbû. Gava yekemîn avakirina şaredariyê ku 80 karker tê de erkdar bûn, 12 boriyên avê yên li bajar hatin sererastkirin, xeta ceyranê ji bo150 gundan hat raçandin, firina bajar hat şixûlandin û rojane 18 hezar tûrbe nan tê belavkirin. Dîsa navendeke veguhestinê di navbera Qamişlo û Minbicê de vebû.

Di aliyê pewerdeyê de, 250 dibistanan deriyê xwe ji 67 hezar şagirtan re vekir, li van dibistanan 3 hezar mamoste wane didin. Di 19`ê mijdarê de gavake mezin hat avêtin û akademiya Şehîd Ismaîl Ebû Hesen hat vekirin, di roja pey re jî yekemîn dewre bi tevlîbûna 20 kesan hat destpêkirin.

minbic-2

mibic-teduristiy-1Tenduristî jî yek ji gavên girîng bû. Bi avakirina komîteya tenduristiyê di 16`ê îlonê de re, rê ji pêşetina xebatên tenduristiyê re vebû û 7 nexweşxane, 123 dermanxane û 12 depoyên dermanan û li gundan 8 navendên tenduristiyên hatin vekirin.

Di 23`ê mijdarê de, komîteyek olî ji 7 kesan hat damezirandin.

Girê spî û Silûk

gire-spi-2Li bajarê Girê Spî di 23`ê çileya 2016`an de hemleya avakirina komînan destpê kir û 46 komîn hatin sazkirin. Di warê xizmetguzariyê de, îsal giranî ji vekirina navendên nû re hat dayîn. Di 9`ê çileyê de navenda şaredariya Tirkmen, di 19`ê gulanê de şaredariya Elî Baceliyê û herî dawiyê di 19`ê mijdarê de ya Silûk hatin vekirin.  Dîsa di 9`ê çileyê de postexaneya Xirbet El-Riz hat aktîfkirin.

gire-spi-3

Li rex vê yekê, xebatên çêkirina xeta ceyranê (kehrebe) li bajarê Girê Spî û gundewarên wê di 16`ê adarê de xilas bûn û ceyran gihîşt piraniya herêmê. Di 25`ê tebaxê  bi hedefa peydakirina ava vexwarinê li gund û bajar çar bîrên avê hatin aktîfkirin û di 1`ê tebaxê de  riyên bajar hatin sererastkirin.

Di çarçoveya bedewkirina bajar de li Girê Sipî 3 park, li gundê Eyn Erus jî parkek hatin vekirin. Cihên pîroz jî, qadek din a xebatên rêveberiyan bûn. Di 2`yê gulanê de wargeha pîroz a li gundê Eyn Erûs û kaniya wê ku lî çîrokê Pêxember Ibrahîm di vir re deras bûye û li gorî hinekan jî gora wî lê ye, hat sererastkirin.

gire-spi-1

Li aliyekî din, sê navendê nû yên tenduristiyê li Girê Spê, gundê Hemam Tirkman û Kormozat di 1`ê çileyê de hatin vekirin û di 1’ê cotmehê de hemleyek derzîkirina li hemer nexweşiya sorikê û leşmaniya hat destpêkirin û 26 hezar û 150 zarok hat derzîkirin.

Di dîroka 19`ê îlonê de Komîteya Perwerdê ya Girê Spî 90 dibistan li bajar û gundewaran vekirin û 570 mamosteyan dest bi kar kirin. Di van dibistanan de 8 hezar û 780 şagirtên seretayî, 600 ên dibistanên navîn û 200 yên dibistanên amadehî dixwînin. Di 23`yê mijdarê de jî Navenda Perwerdeyê ya Eyn Îsa vebû ku 96 dibistan pêve girêdayî ne û hejmara mamosteyan li wir 525 e. Li van dibistanan 9 hezar û 135 şagirtan dixwînin. Li aliyê bajaroka Silûkê jî 4 hezar şagirt li 50 dibistanan ji aliyê 354 mamosteyan ve tên perwerdekirin.

Dîsa li bajarokê Silûk ku şêniyên wê ji 24`ê cotmehê ve dest bi vegerê kirine, di 15`ê mijdarê de Meclîsa Rûspiyan ji 17 endaman hat avakirin. Piştî wê bi çar rojan Mala Gel vebû. Her wiha di 1`ê mijdarê de rêxistina bijîşkên sînor nenas navendeke xwe li Silûk vekir.

Xebatên çandê û ciwanan jî xebatên berbiçav bûn. Navenda çandê di 5`ê Hizêranê 2016`an, ya ciwana jî di 2`ê tebaxê de vebûn.  Ciwana di 4`ê tebaxê de, navendeke werzîşê vekirin û 14`ê cotmehê de, lîstikeke fotbulê di navbera bajarê Minbic û Girê Spî de hat tenzîmkirin.

Til Hemîs û Til Berektil-hemis-1

Vegera welatiyên Til Hemîs di kanûna 2015`an de destpê kir û pê re hemwext gavên rêxistinî destpê kirin. Heta dawiya salê zêdetirî 200 komîn hat sazkirin. Her wiha alîkariya bi riya Rêxistina Rojava ku di 16`ê adarê de navendeke xwe li wir vekir, destpê kir. Di 5`ê mijdarê de jî Mala Jinê hat vekirin.

Di 16`ê Tîrmehê de Akademiya Zanist û Ramana Azad hat vekirin û di 2`ê Tebaxê de dewreye yekmîn ku 20 kes tevlî bibûn, bi dawî bû. Vê Akademiyê di nava salekê de 5 dewre orzgenîze kirin.

til-hemis-4

Demasala xwendinê jî bi 172 dibistan, bi tevlîbûna 700 mamoste û 13 hezar û 400 şagirtan destpê kir.

Dîsa navendên komîteyên dîplomasî û lihevhatinê di gulan û cotmehê de hatin vekirin û derdora 65 pirsgirêk çarser kirin. Her wiha pirsgirêkek ku 7 salan di navbera endamên malbatekê de rû dabûn, çarser kirin.

Di warê xizmetguzariyê de, di 2`ê cotmehê de navenda tendrustiyê hat vekirin û zarokên herêmê derzî kirin. Ceyran ji bo bajarok û 350 gundan hat gihandin û ji 11 bîrên ava vexwarinê, 7 bîr hatin sererastkirin.

Li bajaroka Til Berek vegera welatiyan di 20`ê nîsanê de destpê kir, lê beriya wê xebat li gundan dihat meşandin û şaredarî di 1`ê çileyê de hat vekirin, her wiha li gundan gelek komîn û meclîs hatin sazkirin.

til-berak-2

Çiyayê Kizwanan û Mebrûka

Di nîsanê de, şêniyên Mebrûka dest bi vegerê kirin û di rojên destpêkê de hejmara wan sed malbat derbas kir, lewma rêxistina Rojava ya Alîkariyê di 19`ê heman mehê de, hemleya alîkariyê destpê kir û zêdetirî 140 paketên cilan belav kirin. Hemwext şaredarî derket pêş û di 1`ê Tîrmehê de 7 karker weke rêveberiya şaxa sandîkaya karkeran a bajaroka Mebrûka hat hilbijartin. Dîsa ji bo mîsogerkirina jiyana welatiyan rêxistina RMCO`ê heta 17`ê îlonê zêdetirî 300 mayîn rakirin.

Di 13`ê adarê de, TEV-DEM`ê li bajarê Til Temir dest bi hemleya avakirina komînan li gundên Çiyayê Kizwanan kir û yekemîn komînên giştî û xweser di heman rojê de hatin vekirin. Her wiha bi ferehbûna herêmên rizgarkirî re, pêwîstî bi jinûve avakirina meclîsa herêma Çiyayê Kizwanan hat dîtin û 20`ê adarê de, hevserokên nû hatin erkdarkirin û 6 komîte hatin çêkirin. Heman tişt ji bo komîteya lihevanînê derbasdar bû ku hejmara endamên xwe zêde kir û sê navendên nû li gundan hatin vekirin.

 

Kantonên Rojavayê Kurdistanê

Kantona Cizîrê

Bi armanca pêşxistina jiyana komînal, TEV-DEM`ê îsal giranî da xebatên avakirina komînan û li seranserî Kantona Cizîrê 302 komîn ku ji wana 216 yên gelê ereb, 19 yên Sûriyan- Asûr û yek jî ya pêkhateya Kildan, 86 komîngeh û 16 meclîsên bajaran ku 191 kes tê de dixebite, hatin avakirin.

Li aliyekî din, hejmara şarederiyên gel li bajaran gihişt 18`an û li gundan bûn 73. Li van şaredariyan zêdetirî 2 hezar û 245 kes dixebitin.

Tenduristî

Îsal di mehên sibat, adar, gulan û tîrmehê de, li bajarên Serêkaniyê, Qamişlo, Hesekê, Dêrik û Til Hemîs depo û mudîriyetek, her wiha 5 navendên tenduristiyê hatin vekirin. Dîsa di adarê de li Navenda Tenduristiyê ya Orkêş a li bajarê Amudê, beşeke taybet a zayîna xwezayî hat vekirin.

Her wiha Desteya Tenduristiyê 12 depoyên derman, fabrîqeyeke madeyên paqijkirinê (teiqîm) û 33 dermanxane qeyd kirin. 21 pêngavên derzîkirina zarokan pêk anîn û 200 nexweşên Leşmaniya derman kirin. Ji bo koçberan jî di meha îlon û gulanê de li kampên Mebrûka û Holê navend hatin danîn.

Dadwerî

Di sîstema dadweriya Rojava de, îsa guhertinên bingehîn rû dan. Nexwazim di mekanîzma çareserkirina pirsgirêkan de, rola komîteyên lihevanînê yên di komînan de hat aktîfkirin û tu doz bê ku komîte nêrîna xwe derbarê de bide, derbasî dadgehan nabe. Dîsa dadgehên Civakî esas hatin girtin û platform pêşketin.

Li seranserî bajarên Cizîrê bi giştî 8 hezar û 66 gilî hatin qeydkirin, ji van 4 hezar û 776 çarser bûn, du hezar û 382 tên şopandin, 674 radestî dadgehê hatine kirin û 234 ji saziyên têkildar re hatin şandin.

Çandî

Konferansa giştî ya Çandî di 25`ê çileyê de li bajarê Qamişlo hat lidarxistin û navendên nû li bajaroka Çilaxa, gundê Girbawiyê yê Qamişlo û Qulan yê Dirbêsiyê hatin vekirin.

Dîsa li kantona Cizîrê îsal gelek mîhrican pêk hatin. Di 2`yê adarê de Mîhrîcana Huner û Wêjeya Jinê, di 6`ê cotmehê de ya Mîhrîcana Kevneşopî, di 6`ê hizêranê de Mîhrîcana Kurte Çîrokan û di 13`ê mijdarê de jî Mîhrîcana Fîlmên Navneteweyî hat orgenîzekirin. Her wiha di nava salekê de bi alîkariya Desteya Çandê heşt pirtûkên nivîskarên Rojava hatin çapkirin. Di 24`ê îlonê de jî peymangeha orkestra ya bi navê Rojava li bajarê Qamişlo vebû.

Perwerde

Îsal li kantona Cizîrê, metraylên zimanê dayikê derbasî tevahiya refên seretayî bûn û li hezar û 500 dibistanan, 165 hezar û 432 zarok ji aliyê 10 hezar û 746 mamosteyan tên hînkirin.

Ji bo amadekirina mamosteyan 12 peymangeh hatin vekirin û 7 hezar mamoste hatin perwerdekirin. Niha di van peymangehan de hezar û 900 xwendekar fêr dibin. Pêve girêdayî Komîteya Navendî ya Ezmûnan û Komîteya Perwerdeya Bîrdozî hatin sazkirin.

Saziya zimanê kurdî jî, di nava salekê de 2 hezar û 91 komên astên yekemîn, duyemîn û sêyemîn bi dawî kirin û bawername li nêzî 10 hezar kesan belav kirin.

Di dawiya salê de jî, li Akademiya Mezopotamya, beşa Siyaseta Demokratîk bi tevlîbûna 43 xwendekaran ava bû. Herwiha ji bo xebateke hevbeş peymanek di navbera zanîngeheke Firansa û akademiyê de hat îmzekirin.cizir-ekademiya-mezibotamiya

Li aliyekî din Akademiya Dîrok, Wêje û Zimanê Kurdî ya Celadet Bedirxan 434 mamoste û rêveber perwerde kirin û pênc pirtûkên nivîskarên Rojava çap kirin. Her wiha ji bo pêşxistina wêje û zimanê sûryanî jî peymangeha ORHAY li bajarê Qamişlo hat vekirin.

20’ê cotmehê yekemîn zanîngeha bi navê “Zanîngeha Rojava” li Kantona Cizîrê hat vekirin.

Metryalên nû, derbasî herêmên ku piraniya niştecihên wê ereb in bûn û niha derdora 5 hezar mamoste li van herêman pewerde didin.

Ciwan

Kongreya damezirîner a Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) di 19’ê Sibatê û Yekemîn konferansa Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) Kantona Cizîrê di 27’ê sibatê de hatin lidarxistin. Ciwanan piştre li bajarê Hesekê navendek veki û li  Qamişlo dest bi avakirina komîngehan kirin.

cizir-ciwana

cizir-ciwan-3Dîsa ji bo şermezarkirina êrîşa li ser Bakurê Kurdistanê, konên piştgiriyê li ser sînor hatin vedan. Li aliyê din hemleya “Ji tecrîdê re na, li rêbertiya xwe xwedî derkeve” hat destpêkirin û di bin sîwana wê de duyemîn festîvala Ş. Hogir a Çand, Huner û Sporê hat lidarxistin.

Hejmartin

Di bin sîwana Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk de di 19`ê îlonê de, li Kantona Cizîrê  jimartinê destpê kir û li ser çar qonaxan li 18 bajar û bajarokan pêk hat û di 23`ê cotmehê de bi dawî bû. Ji bo jimartinê de 21 hezar û 298 mamoste û xebatkar hatin erkdarkirin. Di encama hejmartinê de belgeyên 350 hezar malbatan hatin tomarkirin.

Kantona Kobanê

Di nîsanê de hemleya avakirina komînan destpê kir û yekemîn komîn di 16`ê mehê de ya taxa Botana Xerbî bû. Di nava salê de jî 450 komîn hatin sazkirin û di 8`ê kanûnê de meclîsa gundê Çelebê hat çêkirin.

Di 5`ê adarê de, Tevgera Civaka Demokratîk konferansa xwe ya duyemîn lidar xist û di 16`ê nîsanê de, Meclîsa Rûspiyên herêmê hat sazkirin.

Li aliyekî din şaredariya bajarê Kobanê di meha tîrmehê de dest bi sererastkirina riyên bajar û gundan kir û derdora 50 km2 zift kir, 25 km ji riya rêwiyan çêkir, 6 km ji kanaalîzasyonan jinûve sererast kir. Di 19`ê nîsanê de dest bi belavkirina madeya çîmento kir û ji bo wê sê navend li bajar û 7 jî li gundan hatin vekirin û di nava du mehan de, xeta ceyranê ji bendava Tişrînê heta bajar hatin sererastkirin û ceyran li bajar û tevahiya gundan hat dayîn. Her wiha şaredariyê di 13`ê mijdarê de şaxekî xwe li gundê Çelebiyê vekir.

Dîsa li Kobanê di 21`ê çileyê de navendek tenduristiyê ji aliyê Hîva Sor ve hat vekirin, bi demê re 14 nuteqeyên tenduristiyê çêbûn û di 24`ê îlonê de mezintirîn nexweşxaneya Kobanê vebû.

Di 18`ê cotmehê de jî, hemleya derzîkirina zarokan destpê kir û 33 hezar zarok hatin derzîkirin.

Her wiha ji bo danasîna sîstema federal ji 6`ê nîsanê ve rêzecivîn li bajar û gundan hatin lidarxistin.

Li kobanê îsal hemo qonaxên perwerdê bi metryalê nû hatin destpêkirin.

Efrîn

Li Kantona Efrînê îsal hejmara komînan gihîşt 394’an û ya meclîsan jî 8 bûn. Her wiha ji bo aktîfkirina hêzên parastina cewherî di 13`ê sibatê konferansa giştî û di 23`ê nîsanê ya xweser hatin lidarxistin.

Di warê xizmetguzariyê de, li tevahiya kantonê hejmara navendan gihîşt 31`an. Van şaredariyan parçeyek ji riyên kantonê û navçeyan ku gihîşt 4 hezar m2 zift kirin . 297 destnûrnameyên lêkirina avahiyan dan, 500 cihên gilêş (sergo) li nava kolanên kantonê hatin çêkirin û fabrîqeya çêkirina madeya ziftê hat çêkirin û 6 park hatin sererastkirin. Dîsa li bajar 3 hezar û 500 m ji kanalîzesyona taxa Mehmûdiyê hat sererastkirin.

Her wiha bi armanca kêmkirina qezayên tirafîkê li rex gundê Mareskê riyek nû  bi dirêjahiya 1km hat çêkirin.

Perwerde

Bi giştî 308 dibistan hene. 251 yên seretayî û 54 yên navîn û amedehî ne.  Her wiha dibistanên gundê Ehrez û Şadiya û Hec Bila jinûve ava bûn. Di tevahiya dibistanan de nêzî 50 hezrar şagirtên her sê qonaxan dixwînin. Li zanîngehê jî îsal beşên Bijîşkiyê, ragihand û enduziyariya çandiyê hatin zêdekirin, bi vî awayî hejmara fakulteyên zanîngehê tevî ya aborî, wêjeya kurdî û endezyariya kehromîkenîk derketin şeş. Di zanîngehê de 400 şagirt dixwînin.

efrin-zaningeha-efrine

Tenduristî

Li bajar û 7 naçeyan 17 navendên tenduristiyê û 5 nexweşxane hene. Di nexweşxaneya Avrîn de îsal beşa Qestera dil, li nexwaşxaneya Qember jî beşa şûştina gurçikan û hinavan û li ya Selam navendek paqijkirina kevirên gulçikan hatin vekirin.

Dîsa li kantonê çar hemleyên derzîkirinê hatin meşandin û ji bo dermankirina nexweşiyên kolera, griba berazan, sil û hwd. komîteyeke taybet hat derxistin.

ANHA

(a)