Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ka em binêrin êl yamane yan beg?

ANALIZ

Aziz Koyluoglu

Dagirkeriya Dewleta Tirk ya li herêma Şahba berfireh dibe. Li daneyên dewleta Tirk ya dagirker belav dike hezar û 680 km çargoşe xistine bin dagirkeriya xwe. Ev bi bahaneya ku “li dijî DAIŞ şer dikim” pêktê. Lê rastiya li ser erdê ne wihaye. DAIŞ û dewleta Tirk  tu carî li dijî hev şer nakin û li gora planek hevbeş tevger dikin. Lîstoka dewleta Tirk bi DAIŞʹê re bi rengek cebilxane dana DAIŞʹê. DAIŞʹê jî ev demeke êdî wek bere nikare ji derdor bi hesenî cebilxane ji bo xwe peyde bike. Ji ber cihê nû jî nikare bigre û ji gelek herêman hate derxistin. Cebilxane didestê wê de heta radeyek kêm bûye. Dewleta Tirk ku hevkarê DAIŞ yê serekeye ji ber cavdêriya li ser sînorê êdî nikaribû alîkariya DAIŞʹê  bike, bi dagirkeriya herêma Şahba cardin derfet çêbû ku alîkariya bide çeteyên DAIŞʹê.

DAIŞ ji aliyê dewleta Tirk ve bi du armancan dihat destek kirin. Yek jê li Rojvaya Kurdistan pêşiya deskeftiyên gelên Kurd girtin, ya duyemîn jî ew e ku li Iraqê ji bo desthilatiya Şîiyan ya Nûrî Malîkî lewaz bikin, yanî armanc hilweşandina desthiladariya wê bû. Bi vê armancê dinav bera Erebîstana Sûdî, Qeter û Tirkiyê û dinava PDK’ê de îttîfaq hate kirin. Ev lihevkirin îro jî derbasdar e, lê gelek aliyên wê lewaz bûye. Bi taybet Erebîstana Sûdî di Yemenê derbên mezin xwar û di giştî de jî di siyaseta Rojhilata Navîn lewaz bû. Qeter jî beşê madî yê êwê Itîfaqê giritibû ser xwe.

Piştî DAIŞ li Iraq û Sûriyê hate tevgerkirin û Baxdad û Rojavaya Kurdistan kirin armancên xwe. Di dagirkirina Mûsil de aliyekî wê hikumeta navendî Iraq be jî, aliyekî wê yên din jî Rojavayê Kurdistan bû. Çinkî di heman demê têkiliyên baş yên aborî dinavbera Rojava û Iraqê hatibûn destpêkirin. Ev jî him ji bo dewleta dagirker ya Tirk û him jî gelek hêzên herêmî yên wekî hilweşandina siyaseta wan dihat dîtin. DAIŞ ji roja yekem û heta niha êrîşên xwe yên li ser Rojava didomîne. Ev êrîş ji Kobanê heta niha ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin. Ji armanca avakirina DAIŞ jî asteng kirina Rojava û derxistina şerekî mezhebî yên nû di herêmê de bû. Ev jî heta radeyekî pêk hat.

Dewleta Tirk piştî Minbicji aliyê hêzên şoreşger ve hate rizgarkirin û êdî fam kir ku DAIŞ nikare rola ku dabûyê pêk bîne, êdî bixwe ket nava tevgerê. Niha li herêmê Şahba DAIŞ’a ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker hatibû destekkirin  vedikşê û dewleta Tirk ya dagirker bi çeteyên xwe yên wek Artêşa Azad tên naskirin herêmê dagir dikin.

Li vir dewleta Tirk ya dagirker him dixwaze bi hinceta DAIŞ herêmê dagir bike, him jî ji bo DAIŞ karibe li herêmên din yên li dijî Rojava şer bike û bi hêsanî dikare çek bide DAIŞ. Çek dayîna dewleta Tirk bi rêya guhertina gundan pêk  tê. Ev wek di encama şer de didin xuya kirin.

Dewleta Tirk ya dagirker heta niha bi 200 zêdetir gund û navçeyên herêma Şahba dagir kiriye. Ev gund û navçe ji sedî 90 niştecihê wê kurd in. Heta gundên ji aliyê dewleta dagirker hatine dagirkirin hemû hatine valakirin û hilweşandin. Ev jî bi armanca niştecihên kurd nikaribin vegerin. Ev jî bi armanca guhertina demografî ye. Ji niha ve dewleta Tirk ya dagirker alên xwe li herêmê bilind dike û gelek kêsên ji Asya navîn li herêmê bicih dike.

Ji niha ve xuya dike ku wê DAIŞ navenda Babê jî radestî dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê bike. Çinkî êdî rola Dewleta Tirk û hevkarê wê dabûn DAIŞ li vê herêmê temam bû. Rola DAIŞ rawestindana Rojava û pêşketina hêzên Şoreşger bû, lê li Minbiçê eşkere bû ku nikare bi rola dabûnê rabe.

Ger dewleta Tirk ya dagirker navenda Babê jî dagir bike, wê li vir jî nesekine û wek gava duyemîn navenda Helebê yên di destê rejîma Sûriyê û Minbic bike hedef. Ji xwe rayadarên dewleta tirk wî bi zimanekî vekirî dibêjin.

Ji aliyekî din dewleta Tirk ya dagirker ji bo rewabûnê bide dagirkeriya xwe hinek serçeteyên DAIŞ’ê wek fermandarê girûbên kurdî dide naskirin. Ev jî siyaset berê jî hatibû ceribandin û bi ser neketi bû. Wê niha jî divê siyasetê de biser nekeve. Ji xwe ketibeya binavê Ahfad Sellahatîn bi vê armancê ji bermahiyên DAIŞ yên herêmê hatiye avakirin.

Lê hember ev dagirkeriya dewleta Tirk him rejîma Sûriyê him jî Rûsya bêdengiya xwe didomîne. Ev jî tê wateya ku ev jî vê dagirkeriyê destek dikin. Ger îcazeta Rûsan neba dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê  nikaribûn yek metre jî derbasî herêma Şahba biba.

Li beramberî dagirkeriyê gelên herêmê û hêzên şoreşger wê axa xwe biparêzin. Çewa li dijî dagirkeriya DAIŞ axa xwe parastin, wê dijî dagirkeriya Tirk jî axa xwe biparêzin. Ew mafê wan yên xwezayî ye. Ji bo wê çi rê û rêbaz hebin bikar anîn jî mafê wan hêzan e.

Ka em binêrin êl yamana ya beg yamane.