Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kalkan: Konseya Ewrûpa û CPT bi qasî TC`ê berpirsyarin

NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Komîteya Rêveber a PKK`ê Dûran Kalkan anî ziman ku tecrîda li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi qasî TC`ê Konseya Ewrûpayê û CPT ya girêdayî Konseya Ewrûpa jî berpirsyarin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di tevlîbûna xwe ya ji bernameya “Ulkeden” a News Channelê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê nirxand û ji parêzerên Ocalan xwest ku têkoşîneke hîn xurtir bidin meşandin.

Tecrîda li ramana azad

ʺRewşa ku şerê cîhanê yê sêyan yê Rojhilata  Navîn, rewşa nû ya Sûriyeyê û Kurdistanê nirxandinên nû hewce dikin, pêdivî bi rêlibervekirinên polîtîk ên nû hene. Mirovên ku bikaribin vê bikin, binirxînin, ya dîrokî û rojanê bigihînin hev û encamên têrkar derxînin kêm in. A ku vê bi rengekî berbiçav û li ser hîmê rasteqiniyê dike Rêber Apo ye. Ji bo ku çav û guhê her kesî li ser Îmraliyê ye, meraq dikin bê ka Rêber Apo wê rewşê çawa binirxîne. A rast her kes ji nirxandinên Rêbertiya me sûd werdigirt. Di rewşa berdest a tecrîdê de ji bo ku ti derfeta ku Rêber Apo ramanên xwe veguhezîna nîn e, her kes ji vê bêpar maye.

Ji hêlekê ve li ser Rêber Apo tecrîdê datînin, li Îmraliyê ku pergala zext, êşkenceyê lê serwer e Rêber Apo digirin. Di şexsê Rêber Apo de li ser gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn tecrît, zext û zordarî tê kirin. Faşîzma berdest a AKP-MHP’ê li ser hemû mirovahiyê tecrîdê sazkar dike. Ev tecrîd ne ku tenê ev 6 sal in an jî du sal û nîv in hene, ji roja ku Rêbertiya me kirine Îmraliyê ev tecrîd heye. Pergala Îmraliyê bi xwe ji bo mirovahiyê rûreşî, deqeke tarî ye. A ku ev kirî ew pergal e rejîma zextê ye ku Kurdistan dabeş kir, civaka Kurd tune hesiband û ji bo ku tune bike her tiştî dike.

Li ser Rêber Apo tecrîd û zexteke giran heye. Ên ku vê dikin ew in ku naxwazin Kurdistan azad û demokratîk bibe, li ser hîmê azadiya Kurdistanê naxwazin Rojhilata Navîn demokratîk bibe. Li dij in ku gelên Rojhilata Navîn di nav pergaleke azad, demokratîk de bi xwîşk û biratî bijîn. Ji bo vê jî ev li dijî gelan tê kirin. Di nav vê çarçoveyê de hemû mirovahî ji ramanên Rêber Apo bêpar tê hiştin. Sedema ku nahêlin ramanên wî werin veguhaztin ev e.

Di nav mafê mirovan de ya sereke derbirîna ramanê ya bi rengekî azad e. Di rewşa zexta psîkolojîk û fizîkî de ya li ser Rêber Apo armanca sereke ew e naxwazin ramanên xwe vebêje û hewl didin ku ramana wî asteng bikin. Ya dî heke vê li pey xwe dihêle asteng dikin ku di nav pergala tecrîda berdest de vê pêk bîne.

Sûcê mirovahiyê tê kirin

`Konsepta faşîst-qirker a ku li ser Rêber Apo datînin sûcê mirovahiyê ye. Rêveberên Tirkiyeyê, pergala TC’ê bi rengekî vekirî sûcê mirovahiyê dikin. Tenê ne Tirkiye ji vî sûcî berpirs in, hêzên komploya navdewletî û hêzên ku Rêber Apo li Îmraliyê danîn jî hevkarê vî sûcî ne. Ên ku li dij vê dernakevin, tênakoşin jî hevkarê vî sûcî ne. Ên ku di dema bihurî de xizmet ji vê re kirin û niha dibêjin, ‘em vê rast nabînin’ naxwe divê têbikoşin. Heke têkoşîneke wiha çêbibe, faşîzma Tayyîp Erdogan nikare li nav çavê dinyayê binihêre û zexteke wiha bidomîne.

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve 6 sal çûne. Rêbertî bi parêzeran re di hevdîtinê jî nikare bike. Ev bi kîjan hiqûqê dikare were vegotin? Weke pergala zindanê ya serdema berê, ên ku dikeve zindanê êdî nema dizane bê ka çi dibe. A ku tê kirin ev e, veguherandina pergaleke wiha. Ên ku vî sûcî dikin jî divê bizanibin ku ev li cem wan namîne. Demîrel digot, “rojekê dinya wê li me û we bizîvire’. Di dîrokê de çawa ku ji dîktatoriyên faşîst hesab hatibe xwestin divê were zanîn ku rojekê wê ji dîktatoriya Tayyip Erdogan û Bahçelî jî hesab were xwestin.

Divê nebin hevkarê sûc

Divê dev ji hevkariya sûc biqerin. Li Îmraliyê bi Rêber Apo re hinan hev dît. Yekîtiya Ewropayê daxuyanî neda û bi baldarî li ser vê ranewestiya. Her çendî weke ku li dij radiwestin xuya bikin jî, ji tecrîdê bi kêmanî bi qasî TC’ê Konseya Ewropayê, CPT ya girêdayî Konseya Ewropa jî berpirs e. Pergala rehîngirtinê ya Îmraliyê ne pergaleke wiha ye ku tenê di bin kontrola TC’ê de ye. Hêleke wê ya navdewletî heye. Ji bo vê jî her kes ji vê berpirs e. Heke hin kes dibêjin em alîgirê mafê mirovan in, alîgirê demokrasiyê û azadiyê ne, divê ew jî têbikoşin.

Divê parêzer qiyametê rakin

Hewldanên parêzerên Rêber Apo pir girîng e. Heke bi rastî jî xwe di ber parêzeriyê re kiribin û ji Rêber Apo re dibêjin ‘miwekîlê me’ , naxwe divê qiyametê rakin. Ji hêla mirovî ve û hiqûqî ve barê ku dikeve ser wan divê bi cih bînin. Li ser vê zemînê daxuyanî dan, divê zêdetir jî bikin. A girîng têkoşîn e. Ji bo ku Rêber Apo bikaribe di nav şertên azad de bijî û bixebite çalakiyên demokratîk li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt pêk tên, ev girîng e. Li Rojava, Mexmûr, li çar hêlên Ewropayê, li Bakur, Başûr û Rojava ev çalakî pêk tên. Hemû Kurd, dostên Kurdan, hêzên demokratîk di mijara Rêber Apo de bihistyar in. Ji bo vê jî her roj li gelek deveran bi deh hezaran mirov mîtîng, çalakiyan dikin, faşîzmê şermezar dikin û ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin. Ev têkoşîn divê zêdetir were geşkirin.

Di serî de ciwan, jin, li çar parçeyan û li derveyî welat gelê Kurd ji bo arîşeyên azadî, tendirûstî, ewlehiya Rêber Apo divê zêdetir bihîstyar bin, derkevin meydanan û çalakiyên geştir bikin. Ev ji bo hebûn û azadiya Kurdan girîng e.

Nêzîkatiya li îmraliyê pîvana demokratbûnê ye

Çi kesê ku dibêje ez alîgirê azadî û demokrasiyê me divê mirov vê pirsê jê bike: Li ser pergala Îmraliyê çi dibêjî? Ev kaxiza turnûsolê ye. Pîvana ku nîşan dide bê ka kî alîgirê azadiyê, kî alîgirê faşîzmê ye, kî demokrat û kî dîktator e nêzîkatiya li Îmraliyê ye. Tu alîgir î ku vîna azad gelê Kurd û hemû mirovahiyê û gelan li Îmraliyê bi rehînî were girtin an na? Heke tu alîgirê vê be tu alîgirê dîktatoriyê yî û beleheq ne hewce ye ku biaxivî. Heke demokrat bî, azadîxwaze bî tu yê li dij vê derkevî û têbikoşî. Li Tirkiyeyê jî û li dinyayê jî wiha ye. Ji bilî vê divê mirov bi gotinê derewîn yên ku tevlîheviyê dikin bawer neke, gelê Kurd jî û Tevgera Azadiyê jî divê pîvanan baş bibîne. Kî dost e, kî dijmin e, kî demokrat û kî dîktator û faşîst e bi vê baş dikare fêhm bike.

Di 3’ê tebaxê de xwestin ku kurdayatiya qedîm tine bikin

Di ser êrîşa faşîst a 3’yê Tebaxê re 3 sal çûn. Heke li Şengalê Kurdayetiya Êzîdî bihata qirkirin êdî ne azadî, wê hebûna Kurdan, rûmet û nav tiştek nemana. Piştî ku Kurdayetiya qedîm, li Şengalê hate qirkirin, li ku derê dikarî behsa kîjan Kurdîtiyê, rûmetê, hebûnê û azadiyê bikî, rewş wiha bû. Armanca êrîşa qirqer a bi ser Şengalê de bi teqezî ev bû. Piştî ku ev hate şikandin hêzên ku li dijî Kurdan êrîşên qirkeriya faşîst pêk dianîn, vê carê jî êrîş bi ser Kobanê de, bi ser Şoreşa Rojava de anîn. Piştî ku ev êrîş jî bi berxwedanê hate şikandin, hem li Başûr û hem li Rojava êrîşên qirqeriya faşîst hatin şikandin. Wê demê qonaxa sêyan êrîşa qirqeriya faşîst a 24’ê Tîrmehê ya bi ser Bakur de bû.

Hem di şikandina êrîşa bi ser Şengalê ya 3’yê Tebaxê de, hem di şikandina êrîşa qirkeriya faşîst a bi ser Kobanê de, ya piştî 15’ê Îlonê de û hem jî di azadkirina Kobanê de di van hemû berxwedanan de gelê Bakur, Tevgera Azadiyê bi risteke mezin rabû. Bi berxwedaniya Bakur êrîşên faşîst ên DAIŞ’ê û hêzên paşmêrên wan hatin şikandin. Hêzên ku Kurdistan parçe kirin, bi tinehesibandina Kurdan dixwazin Kurdan tine bikin dîtin heke li Bakur polîtîkaya qirkirinê nedin ber xwe, Tevgera Azadiyê ya ku polîtîkaya qirkirinê pûç dike neyê tinekirin ne pêkan e ku li Rojava û Başûr bi ser bikevin. Êrîşa 24’ê Tîrmehê wiha hate rojevê. Tayyîp Erdogan li ser vê rewşê hema piştî Newroza 2015’an li Bakur ev êrîş da destpêkirin.

Helwesta ewropayê ya li dijî faşîzmê zelal nîne

Berê maseya Tirkiyeyê ya NATO’yê li Elmanyayê bû. Di dema darbeya 12’ê Îlonê de darbe di ser Elmanyayê bi rê ve birin. Hê jî bandoreke NATO’yê li ser rêveberiya Tirkiyeyê heye. Di dema nêz de jî Elmanyayê hewl da di mijara Încîrlîkê de bazarê bike. Lê belê helwesteke zelal raber nekirin. Sekna ku dike ku faşîzm hê xurt û êrîşa bibe, ev e. Xeterî ye ku di dema xwe de helwesteke têrker a demokratîk neyê nîşandan. Erdogan çawa kete vê rewşê, divê em vê bibînin. Ji çi sûd wergirt ku kete vê rewşê. Hê jî bi helwesta xwe ya heyî dikin ku Erdogan sûdê ji wan bigire.

Eger rewşa berê baş bê dîtin, ders jê bê derxistin û helwest bê nîşandan, ev rewş dikare bê guhertin. Lê belê xuya ye ku derseke têrker jê nehatiye derxistin. Rexnedayîn nîne. Eger faşîzma Erdogan hê jî di vê astê de êrîşkar û gefxwar tevdigere, ev yek ji ber van polîtîkayan e ku sûdê jê werdigire. Yên ku polîtîkayên bi vî rengî dimeşînin, zemînê didin êrîşkariya faşîst. Eger dibêjin ’em bi hin pîvan û qeydeyên demokratîk e girêdayî ne’ hingî divê bi vê berpirsyariyê rabin. Bila van pîvanan li dijî rêveberiya AKP’ê bi cih bînin. Bila ji bo berxwedana gelê Kurd jî weke pîvan destnîşan bikin. Ji bo berxwedana gelê Ereb a li Rojhilata Navîn jî derxîne pêş. Berxwedana herî mezin ji aliyê Kurd û Ereban ve hate kirin. Bi rastî jî di hilweşandina faşîzma netewe dewletê û avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk a nû de, di vê berxwedanê de bi roleke mezin rabûn. Bûn bingeh. Eger Ewropa û hêzên din bi rastî jî demokrat bin, divê destekê bidin vê berxwedanê.