Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kampa EL-Sed 4 hezar koçberên Dêrazorê bi cih kiriye

Dîmen

AZAD SEFO – SILAVA IBRAHÎM

HESEKÊ – Bi berdewamkirina hemleya Bagera Cizîrê, hejmara koçberên ku ji ber zilima çeteyên DAIŞ`ê ber bi herêmên ewle ve koçber dibin zêde dibe. Li Kampa EL-Sed a li navçeya Erîşê hejmara koçberan zêde dibe.HSK_HAZIRTYE_KAMPE_JI_PENABERN_DERZOR (2)

Hemleya Bagera Cizîrê ku şervanên QSD`ê dane destpêkirin, bi hemû hêza xwe didome û şervan derbeyên giran li çeteyan dixin.Bi destpêkirina hemleyê re tîmên taybet ên QSD`ê sivîlan rizgar  dikin û dighînin cihên bi ewle, şervan sivîlan dişînin kama El-Sed.

Ji ber hejmara zêde ya koçberên ku gihiştin Kampê û tunebûna cih rêveberiya kampê ji destpêka hemleya Bagera Cizîrê 12 hezar  koçber şandin herêmên ku ji aliyê QSD`ê ve hatine rizgarkirin. Niha jî di kampê de amadekarî tê kirin ku hejmarek zêde ya koçberan pêşwazî bike.

Hejmara koçberên ku hatine rizgarkirin gihiştiye 4 hezar koçberan. Endama Rêveberiya Kampa EL-Sed Şems Îsa têkildarî rewşa koçberên di kampê de wiha got: “Bi destpêkirina hemleya Bagera Cizîrê me 12 hezar koçber şandin herêmên rizgarkirî.”HSK_HAZIRTYE_KAMPE_JI_PENABERN_DERZOR (3)

Şemsê da zanîn ku me 4 hezar koçberên ku ji aliyê QSD`ê ve hatine rizgarkirin, pêşwazî kirin û got ku ji ber pêşketina şervanên QSDʹê wê di rojên pêş de hejmareke mezin ji koçberan werin kampê û ev tişt naî ziman: ʺDAIŞ sivîlan wek mertalên zindî bikar tîne, ji ber wê jî koçber ditirsin û ji axa xwe derdikevin.

Şemsê bang li rêxistinên cîhanê kir ku alîkariya lezgîn ji herêmên ku pêla koçberiyê lê zêdeye bişînin.

(jo)

ANHA