Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kampa El-Sed li hemberî karîsetekê rû bi rû ye

ALVA OSÊ

HESEKÊ – Bi hatina demsala Zivistanê kampa El-Sed a navçeya El-Şedadê ji ber paşguhkirina wê ji aliyê rêxistinên mirovahî ve li hemberî karîsetekê rû bi rû ye.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hemleya xwe ya Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina giştî deverên Cizîrê yên di destên çeteyên DAIŞ’ê de mane didomîne. Şervanên QSD’ê bi hezaran welatiyên sivîl ji destên çeteyan rizgar kirin. Li rex xebatên rizgarkirin hejmara koçberan ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û rêjîma Sûriyeyê direvin zêde dibin û piraniya van koçberan li kampên El-Sed, El-Hol û Mebrûka tên bi cihkirin.

Hejmara koçberên ku niha di kampa El-Sed de bi cih bûne nêzî 35 hezar kes in û nêzî 5 hezar kes li bejahiyê hatine bicihkirin û bêtirî 2 hezar kes jî li benda derbaskirina wan a kampê ne.al azreq

Rêveberiya kampê li gorî derfetên xwe û bi hemû hêza xwe hewl dide alîkariyê bi koçberan re bike û madeyên xwarinê pêşkêşî wan dike. Her wiha gelek xebatên sererastkirinê yên di nava kampê de pêk anîn û kanalîzasyona kampê çêkir û kehrebe jî peyda kir. Li aliyê din rêxistinên mirovahî li hemberî rewşa koçberan bi erka xwe ranabin û alîkariya bi van koçberan re paşguh dikin.

Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê serdana kampê kir û hevdîtin bi hin koçberan re pêk anîn. Koçberan metirsiyên xwe bi hatina demsala Zivistanê anîn ziman û diyar kirin ku konên ew têde hatine bi cih kirin wan ji serma û barana zivistanê naparêzin û nerazîbûna xwe li hemberî paşguhkirina wan ji aliyê rêxistinên mirovahî ve anî ziman.

Girêdayî mijarê koçbera bi navê Sefa Ednan Ebas ku ji herêma Meyadîn koçber bûye got ku ew ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û leşkerên rêjîma Sûriyeyê neçarî mane ji malên xwe koçber bibin. Sefa da zanîn ku rêveberiya kampê tişta jê tê xwestin bi temamî pêk tîne, lê rêxistinên mirovahî rewşa wan a kambax paşguh dike û ti alîkarî pêşkêşî wan nekirine.anes umer

Koçberê bi navê Qasim El-Raziq girêdayî heman mijarê diyar kir ku gelek pêdiviyên kampê kêm in û li her aliyekî kampê tenê destavek heye û koçber neçar dimînin bi bejahiyê de biçin. El-Raziq bang li rêxistinên mirovahî kir ku alîkariya wan bikin û rewşa wan di ber çavan re derbas bikin û wiha got: “Gelo me çi sûc kiriye? Ma hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û êrîşên ezmanî yên rêjîma Sûriyeyê têrê nake?”

Endamê rêveberiya kampa El-Sed Enes Umer ji ANHA’yê re axivî û got ku ew bi hemû hêza xwe hewl didin alîkariyê bi koçberan re bikin û da zanîn ku kamp nikare hejmareke bêtir ji koçberan werbigire û axaftina xwe wiha domand: “rêxistinên mirovahî gelek soz dane me lê heta niha sozeke xwe bi cih neanîne, em li hemberî wan bê hêvî mane, evan  rêxistin tenê nûnerên xwe dişînin û wêneyan dikişînin, da ku xwe bidin diyarkirin ku ew alîkariyê bi koçberan re dikin.”

Umer di dawiya axaftina xwe de bang li Netewên Yekbûyî û dewletên navnetewî kir ku rewşa koçberan di ber çavan re derbas bikin û bi erkên xwe yên mirovahiyê rabin.

(jh)

ANHA

HSK-REWSA-KAMPA-SEDADI (1) sfa