Têkilî | Derheqê me de
ANHA

 Kampa Holê…bajarê çadiran

DOSYA

SÎPAN SILO

NAVENDA NÛÇEYAN – Kampa Holê dikeve başûrê bajaroka Holê. Di kampê de pêşwaziya koçberên Îraqê têkirin. Di kampê de pêdiviyên koçberan ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê li gorî derfetan tê pêkanîn.

Rêxistina Koçberiya Navnetewî diyar kir ku ji destpêka operasyona rizgarkirina Musilê û heta niha 104 hezar sivîl neçarî koçberiyê bûn. Ev yek li gorî statîstîkên ku ji 18`ê cotmehê ve hatin amadekirin.

Bi destpêkirina operasyona rizgarkirina Musilê de û dijwariya şer re, bi hezar welatî neçarî koçberiyê bûn û berê xwe dan herêmên QSD`ê. Koçber destpêkê li deriyê Recim Silêbî ku 35 km dikeve başûrî bajaroka Holê hatin rawestandin û piştre li Kampa Holê hatin bicihkirin.

Di vê navberê de , Rêxistina Alîkariyan a Rojava serkêşiya pêşkêşkirina alîkariyan kir û li gorî derfetên xwe pêwîstiyên sereke li koçberan belav kir, li rex wê jî Heyva Sor a Kurd derman û xizmetên tenduristî pêşkeş kir.

18 hezar koçber di kampê de ne

Bi avabûna derfetan û zêdebûna hejmara koçberan re Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 21`ê nîsana derbasbûyî de kampek li başûrê Holê ava kir. Kamp tenê yek kîlometir dûrî Holê ye, dirêjahiya wê 8 km, ferehiya wê jî 3 km e. Kamp ji 4 şaxan pêk tê, di her şaxekî de 250 çadir hatin vekirin. Kampê di destpêkê de 3`ê hezar koçber pêşwazî kir, her wiha hin koçberên Dêra Zorê jî di kampê de hatin bicihkirin.BERIVAN HESEN

Bi vekirina Kampê re, Desteyên Rêveberiyê hewl dan li gorî derfetên heyî pêwîstiyên koçberan pêk bînin, Hêzên Asayîşê jî parastina kampê kir û bendên kontrolê ji bo parstina koçberan di nava kampê de danîn.

Berpirsa Komîteya Têkiliyên a Kampê Bêrîvan Hisên destnîşan kir ku di rojên destpêkê de rojane 200 kes derbasî kampê dibûn, niha jî derdora 18 hezar koçberên îraqî ( 3 hezar û 900 malbat) û hezar û 500 koçberên Sûriyê ku ji 300 malbatî pêk tên di kampê de hatine bi cihkirin.

Bêrîvan di berdewamiya gotinên xwe de got: “Piştre çeteyan riya ku welatî bikar tînin qut kirin û mayîn çandin, lewma heta demekê me kesek pêşwazî nekir, lê paşê riyên nû hatin peydarkirin. Careke din koçber tên.”

Alîkariya rêxistinan û derfetên xizmetguzarî

Di nava kampê de 7 rêxistinên alîkariyan ên cîhanî û ya Rojava destek dide koçberan. Tevî vê yekê jî ji ber hejmara zêde ya koçberan û bêrêxistinbûna belavkirina alîkariyan, koçberan daxwaza zêdekirina alîkariyan kir. Heyva Sor a kurd jî bi ekîbên xwe yên tenduristiyê pêwîstiyên esasî peyda dike.

EBD ALEZIZ XELEF DOSIYA-KAMPA-HOL1 DOSIYA-KAMPA-HOL2

Endamê Heyva Sor Ebdulezîz têkildarî xebatên tenduristiyê dibêje: “Em hewl didin hemû dermanên serek ji koçberan re peyda bike, ji sedî 90 ji nexweşiyan Ii navenda tenduristiyê ya li kampê tên dermankirin. Rojane 300 kes serdana navendê dike, eger rewş awarte an jî giran be, nexweş derbasî nexweşxaneyên derveyî kampê dikin.”

Li aliyekî din, yek ji pirsgirêkên sereke yên kampê, kêmbûna avê ye. Ava vexwarinê ya kampê bi riya sarincan tên peydakirin. Sarinc avê ji bajarê Hesekê tînin û ji ber dûrbûna kampê ji bajarê Hesekê, av dereng dimîne û kêm tê.

Rayedarên kampê dan zanîn ku dema hejmara koçberan 3 hezar bûn, hezar û 500  m3 av dihat, niha jî hejmar gihîştiye 18 hezarî lê mîqdarê avê heman e mîqdare. Li gorî heman rayedaran, pîlan bi rêxistinan re hat danîn ku bîr bên kolandin.

Avakirina sûk û deverên bînvedan û lîstikan

Ji ber hin pêwîstiyên serek yên jiyanî ku rêxistin peyda nakin, hin koçberan bi kordîneya rêveberiya kampê re, sûkeke biçûk ya gelêrî li nêvenga kampê bi ferehiya 500 m2 vekirin.

Di Sûkê de derdora 50 dikan hene, beşek ji wan bi keviran hatiye lêkirin, hinên din jî di çadiran de ne û li wan madeyên xwarinê, cil û pêwîstiyên telefonan tên firotin, her wiha mirîşk û dewar jî hene. Weke gaveke nû jî firineke hat vekirin.

Dikandarê bi navê Reyan El-Resawî  ku ji gundê Zimare da zanîn ku heta radeyekê rewşa kampê baş e û vekirina sûkê kar ji gelek kesan re peyda kir.

Li rex sûkê  û di nêvenga kampê de, lîdtgeha fûtbûlê heye, jê hinekî dûr jî ya baskêtbûl heye. Li her  du lîstgehan çalakiyên werzîşê tên orgenîzekirin.

Di Tornuveya ku ji ailyên dêra Rom a ertodoks ve hat rêxistinkirin, 8 tîmên koçberên Îraqî yên li kampa Holê dimînin ( Hêvî, Nûr, El-Mehebe, El-Selam, El-Şirûq, El-Telaqî, El-Semah û El-Ixowe ) beşdar bûn.

Tecrubeya komîn û meclîsan

Ji bo hêsankirina  rêxistinkirina koçberan, rêveberiya kampê biryar da ku komîn û meclîsan ava bike. Lewma di destpêk de 8 endamên rêveberiyê dest bi pênasekirina komînan kirin û pê re komîn hatin avakirin. Bi avakirina komînan re rêveberina kampê hêsantir bû û bi riya wan alîkarî li koçberên tên belavkirin.

DOSIYA-KAMPA-HOL18 DOSIYA-KAMPA-HOL16 DOSIYA-KAMPA-HOL17 REYAN

Her komînek xwedî numereyekê ye  û di her yekê de 24 çadir hene. Heta niha 70 komîn hatine avakirin. Ji bo komkirina endamên komînan jî meclîs hatin sazkirin, di bin sîwana her meclîsekî de 15 komîn hene û endamên wê jî  15 ne. Ev meclîs yekser bi rêveberiya Kampê re di nava têkiliyan de ne.HARUN

Hevserokê komîna 11`an ê bi navê Xelîl Harûn da zanîn ku ramana komînan yekser di nava gel de hat qebûlkirin û êdî ji dêvla mayîna bi seatan li benda wergirtina alîkariyê, komîn li gor hejmara  endamên xwe alîkarî digire û belav dike.

(nse/dc)

ANHA