Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kampa Newroz amadekariya sala nû ya xwendinê dike

OLVA HAC MENSÛR – RÊNAS REMO

DÊRIK – Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk 10 ref di dibistana şehîd Cemal Serhed a li Kampa Newroz a Êzîdiyan ji bo sala nû ya xwendinê, amade kir.PERORDA-SAKERDAN-LE-KAMPA-NOROZ (2)

Bi nêzikbûna sala nû ya xwendinê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokraîtk 10 ref di dibistana şehîd Cemal Serhed a li Kampa Newroz a Êzîdiyan li bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişlo li herêma Cizîrê,  amade kir.

Rêveberiya dibistanan jî ji bo pêşwazîkirina sala nû ya xwendinê, xwe amade dike. Di 6`ê îlonê de şagirtên nû têne tomarkirin, heta ku tomarkirina şargirtan bi dawî bibe wê dibistan dest pêk bikin.

Komîteya Perwerda Civaka demokratîk sala borî hemû pêdiviyên Kampa Newroz ji bo perwerdeya zarokan ji amadekirina mamosteyan, pirtûkan û pêdiviyên zarokan û dibistanê bi cih anî.

Li gorî rêvberiya dibistanê, tê payîn ku dibistana şehîd Cemal Serhad 400 şagirtên ji refa yekê heta refa heftan  pêşwazî bike, wê şagirt li ser metiryalên ku ji aliyê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk hatine amadekirin, werin perwedekirin. Wê zimanê kurdî, erebî û latînî werin dayîn. Ji bo dibistranan dê 16 mamosteyên ji hemû beşan re werin amadekirin.

Ji dema Kampa Newroz hatiye vekirin, ji bilî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîktu rêxistinan alîkariya sîstema xwendinê ya di kampê de nake.

(jo)

ANHA