Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kanalîzasiyon û toreyên avê yên Tebqayê têne sererastkirin

Dîmen

TEBQA – Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê dest bi projeya sererastkirina kanalîzasiyon û toreyên avê yên bajarê Tebqayê, kir.

TIBQA-MTURI AVI GHA 80 (4)

Di vê çarçoveyê de şaredariyê dest bi sererastkirina kanalîzasiyonên sûka sebzeyan a aliyê Gund a bajarê Tebqayê ya ku di nava şêniyan de bi navê herêma EL-Wadî tê naskirin, kir.

Her wiha Şaredariya Gel û werşeyên girêdayî wê dest bi sererastkirina kanalîzasiyonê li taxa Duyemîn kir û tê payîn wê di nava du rojan de xebata sererastkirinê bi dawî bibe.

Karên ku werşeyên tamîrkirin dikin boriyên kanalîzasiyonê diguherin û her wiha rêgaran paqij dikin.

Her wiha şaredarî wê dest bi sererastkirina kanalîzasiyonên çerxeriya EL-Kenîsa ya kolana sereke ya herêma Gund bikin.

Di heman  demê de, şaredarî zehmetiyan di aliyê alavan de dikşîne.

Ji aliyê xwe ve werşeyên avê yên Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê dest bi sererastkirina toreyên avê dike.

 (bx)

ANHA    

TIBQA-MTURI AVI GHA 80 (3) TIBQA-MTURI AVI GHA 80 (2)