Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kanalîzasyona kampa Dêrazorê tê çêkirin

Dîmen

EYN ÎSA – Li ser daxwaza koçberên di kampa Dêrazorê ya navçeya Eyn Îsa rêxistina UNICEF bi hevkariya rêxistina Solderti dest bi xebatên çêkirina kanalîzasyona di hundirê kampê de kir.EYINESA-ROSA-KOCBIRAN (2)

Yek ji pirsgirêkên sereke yên koçberên di kampên herêmê de pirsgirêka kanalîzasyonê ye û belavbûna ava qirêj li hemû aliyên kampê ye, di encamê de gelek nexweşiyên cûda derdikevin û bi taybet di nava zarokan de.

Kampa Dêrazorê ya li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî yek ji van kampan e ku rastî pirsgirêka kanalîzasyonê hatiye. Li ser banga koçberan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê rêxistina UNICEF bi hevkariya rêxistina Solderti dest bi xebatên çêkirina kanalîzasyona di hundirê kampê de kir.

Di projeyê de nêzî 140 xebatkar hatine erkdarkirin.

Li aliyekî din rêveberiya kampê hewl dide pirsgirêkê bi temamî çareser bike û riyeke taybet ji panzêrên avê re çêbike. Her wiha ji bo zemîna kampê bi kevirên hûr rast bike xebatên xwe dimeşîne.

(jh)

ANHA