Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kantona Şehbayê zagona hilbijartinê nîqaş dike

ŞEHBA – Endamên Desteya Rêveber a Meclîsa Demezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê, ji bo danesîna zagona hilbijartinê û nîqaşkirina wê, bi endamên rêveber ên meclîs û saziyên Kantona Şehbayê re, civiya.SEHBA-CIVINE-DESTEYE-TENFIZI-A-FEDRESONE ‫(1)‬ ‫‬

Civîna ku Endamên Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrêner”Rohilat Arif, Rîm Qermo û Mehmûd Hemlek” amade bûn, bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di civînê de, Rohilat Arif derbarê xebatên Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê agahî dan û sîstema parvekirina rêveberiyan li Bakûrê Sûriyê xal bi xal şirove kir.

Paşê, zagona hilbijarinê hate xwendin û xalên wê hatin nirxandin, da ku beşdar ji gelê Kantona Şehbayê re şirove bikin. Her wiha derbarê makenîzmeya xebatên lidarxistina hilbijartinan li Kantona Şehbayê, nirxandin hate kirin.

Civîn bi pirs û bersivên derbarê hilbijartinan de, bi dawî bû.

(kc)

ANHA

SEHBA-CIVINE-DESTEYE-TENFIZI-A-FEDRESONE ‫(1)‬ SEHBA-CIVINE-DESTEYE-TENFIZI-A-FEDRESONE ‫(179634690)‬ ‫‬