Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Karê avakirinê zêde bûye, karker pêwîstin

Dîmen

DILYAR CEZÎRÎ

HESEKÊ– Li bajarê Hesekê avakirina xaniyan zêde bûye, bi vê yekê re derfetên kar jî zêde dibe û pêwîstî bi hejmarek zêde ya karkeran heye. Di dema ku karkerên herêmê li koçberiyê nan û zikê kar dikin, hejmarek mezin a karkerên deverên din ên Sûriyê li kantonê dixebitin, lê carde jî têra pêwîstiya herêmê nakin.HSK-AVAKIRIN-ZEDEBUYE-KARKER-NININ (2)

Li bajarê Hesekê mîna bajarên din ên Rojava di hemû aliyên jiyanê de geşbûnek mezin tê jiyankirin. Ev pêşketin di aliyê avsaziyê de jî zêde pêk hatiye. Li piraniya taxên bajar û gelek gundan jî xebatên avakirinê tê dîtin.

Endama Daîreya Fenî û beşê ruxsetên avahiyan a Şaredariya Gel a Hesekê Sidiya Kûtî derbarê zêdebûna tevgera avakirinê got ku di sala 2016’an de şaredariya Gel a Hesekê tenê 6 ruxsetên avakirina avahiyan ên fermî da û destnîşan kir ku di sala 2017’an de 88 ruxset. Sidiya her wiha destnîşan kir ku ji bilî ruxsetan bi sedan avahiyên ku bê ruxst têne avakirin hene û ev tişt anî ziman: “Hejmara me da tenê ya avahiyên ku ruxseyên wan fermî hatine dayîn. Lê ji ber ku bi sedan welatî xaniyan bê ling (Denge) ava dikin, ew bê ruxset in, li aliyê din bi sedan kes hene xaniyên xwe temîr dikin.”

Sidiya her wiha da destnîşankirin ku gelek welatî ji ber tunebûna karkeran karkerî karê xwe paş dixin û ev tişt anî ziman: “Di dema ku kar wiha zêde bûye, pêwîstî bi hejmarek zêde ya karkeran heye, ji ber wê banga me ji hemû karekerên ku li derve ne ku vegerin û di avakirina welatê xwe de cih bigirin.”MEHMûD EHMED

Gelek karkerên ji derve hatine herêmê

Tevgera zêde û geşbûna kar a li herêmê bû sedema ku hejmarek zêde ya karkerên herêmên din ên Sûriyê werin Hesekê û deverên din ên Rojava û li vir kar bikin. Di heman demê de bi hezaran karkerên herêmê li derveyî welatî di rewşeke pir dijwar û zehmet de kar dikin.

Derbarê mijarê Karkerê bi navê Hemdan Ehemed El-Salim ji bajarê Dêrazorê koçber bûye û ev saleke li Hesekê di karê avasaziyan de dixbite da zanîn ku rewşa wan başe û ev tişt anî ziman: “Li Dêrazorê wêranî heye, lê li vir ewlekarî heye. Ev jî bû sedema ku kar zêde be. Karê me li vir başe, em jiyana xwe pê dikin.”

Karkerê ji Dêrzor Mûsa Hisên Feyad jî destnîşan kir ku hejmarem mezin ji karkerên derve li herêmê kar dikin û destnîşan kir ku ew her roj kar peyda didin.

‘Karê Rojava ji Başûr baştire’

Tiştê bala mirov dikşîne ew ku di dema ewqas derfeta kar zêde bûye, bi hezaran karkerên herêmê li Başûr, Bakur û Lubanê kar dikin.HSK-AVAKIRIN-ZEDEBUYE-KARKER-NININ (1)

Karkerê bi navê Mehmûd Ehmed Ehmed derbarê mijarê got ku beriya niha demekê kurt çû Başûrê Kurdistanê lê vegeriya û niha li bajarê xwe kar dike. Ehemed da zanîn ku kar gelekî baş bûye û ev tişt anî ziman: “Kar li vir gelekî zêde bûye, lê sê parên karkerên li vir kar dikin ji Dêrazorê û Reqayê ne. Kar pir başe û pêwîstiya herêmê bi hejmarek mezin a karkeran heye. Banga me ji hemû karkeran re ku vegerin welatê xwe baştire ku nan û zikê li koçberiyê dimîn in.

Karkerê bi navê Mihemed Hewas Şemo beriya niha demek dirêj li Başûrê Kurdistanê kar dikir û niha vegeriyaye Rojava. Şemo da zanîn ku karê wan li Başûr ne zêde baş bû û wiha got: “Niha karê me zêde baş e, derfetên kar gelekî çêbûye.”

Karkerê bi navê Ehmed Mihemed jî da zanîn ku gelek xezmên wan li Lubnan û Tirkiyê kar dikin. Mihemed bang li hemû karkerên li derve kir ku vegerin û di avakirina welatê xwe de cih bigirin.

Hemû karker û xwediyên xaniyan ên me wan dîtin jî bang li karkerên koçber bûne, kirin û ji wan xwestin ku vegerin warê xwe.

ANHA