Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kargeha Hûrî pêdiviyên sewladaran pêk tîne

MUSTEFA DAHÛD

EFRÎN – Kargeha Hûrî ya êmê sewalan a li navçeya Şera ya katnona Efrînê hatiye vekirin, bi hemû hêza xwe piştgiriya sewalvanan dikin. Di kargehê de êmê sewalan tê çêkirin û li xwediyên sewalan tê belavkirin.EFRIN-SERA-NUCE-SER-MEMALA-HERO (2)

Kargeha Hûrî ya êmê sewalan li navçeya Şer ya Kantona Efrînê hatiye vekirin. Kargeh girêdayî Navenda Pêşxistina Aborî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e. kargeh di 15’ê Adara 2014’an de hate vekirin û di sala 2015’an de dest bi derxistina êmên sewalan kir. Karegh rojane di navbera 25-30 ton êmên sewamlan çêdike.

Kargeha Hûrî êmên girs û hûr çêdike, armanca wê jî ew e ku pêdiviyên sewalên li herêma Efrînê peyda bike.

Kantona Efrînê bi xwedîkirina sewalan tê naskirin. Gelek sewaldarên herêmê li kêleka karên bazirganî  û çandiniyê sewalan xwedî dikin.

Kargeha Hûrî jî ji bo êmê sewalan were peydakirin û pirsgirêka êmê sewalan were çareserkirin hate vekirin.EFRIN-SERA-NUCE-SER-MEMALA-HERO (3)

Karkerên di kargehê de dixebitin gotin ku di çêkirina êm, ceh, garis, şovan, garisê spî û birincê bikar tînin, her wiha bermahiyên genim û garis têne bikaranîn.

Rêveberiya Kargehê ji bo êmekî baş çêbikin, her dem bi sewaldaran re di nava têkiliyan de ne.

Derbarê mijarê de Endamê Rêveberiya Kargeha Hûrî Farûq Ereb got ku aramnca wan ji vekirina kargehê li kantona Efrîên ew e ku pêdiviyên sewalan ên êm peyda bikin û cûreyên êmê baş bidin welatiyan.

(dc)

ANHA