Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Karker rêxistinbûna xwe pêk tînin

QAMIŞLO – Sendîqaya Karkeran amadekariya ldarxisitna konferansa xwe dike û komîteya amadekar ava kir.

Sendîqaya karkeran a girêdayî komîteya Kedkaran a Qamişlo di çarçoveya amadekariya konferansa xwe yekem civînek lidar xist. Civîn bi beşdarbûna dehan karkeran li salona Seyran a taxa Qenat Siwês a Qamişlo hate lidarxistin. Civîn bi rêzgiritinê destpê kir û paşê Hevseroka Komîteya Kedkran a Qamişlo Nebriya Mihemed karê sendîqeyê pênas kir û got: ʺSendîqe saziyeke demorkatîk, civakî û serbixweye. Armanca kar xebatên wê ew e ku karkeran li gorî hevpeymana civakî ya Bakruê Sûriyê rêxsitin bike û mafê wan bidest bixe.ʺ

Di berdewama civînê jî Hevserokê Komîteya Kedkaran a Qamişlo Ebdulhelîm Osman giringiya lidarxistina Konferasnê û avakirina komîteyek amadekar veot û destnîşan kir ku konferans dê gaveke baş ber bi rêxistinkirina karkeran ve ye.ʺ

Di dawiya civînê de komîteyek ji sê 2 jin in bi giştî 5 karkeran ji bo amadekariya konferansê ava kirin.

(dc)

ANHA