Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Karkerên Şaredariya El-Cirniyê: Teknolojî ne her tişt e

Dîmen

TEBQA – Buroya paqijkirinê ya girêdayî Şaredariya Gel a bajaroka El-Cirniyê tevî hemû kêmderfetan û kêmbûna alavan asta xebatên xwe bilind kirine.

Bi armanca paqijkirina bajaroka El-Cirniyê ya girêdayî Tebqayê, karkerên Buroya Paqijkirinê ya girêdayî Şaredariya Gel bi alavên destan û kêmderfetên xwe rojane serê sibê dest bi karên xwe dikin û li seranserî bajarok belav dibin. Karkeran diyar kirin ku teknolojî ne her tişt e û ji bo bajaroka xwe paqij bikin dê bi hemû derfetên xwe tevbigerin.

Karker li ser tîman hatine belavkirin û hin tîm ji wan kolanan paqij dikin û hin jî çopê kom dikin û bi terektoran ber bi derveyî bajarok ve vediguhêzin.

Bi saya xebata van karkeran geşbûna bajarok li ber çavên welatiyan diyar e û karkeran jî bang li welatiyan kirin ku alîkariya wan bikin û kolanên xwe qirêj nekin.

(jh)

ANHA