Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Katalonya li dijî tundiyê, dê îro çalakiyekê lidarbixin

NAVENDA NÛÇEYAN-Şêniyên Katalonyayê li hember tundiya ku roja referndûmê pêk hat, wê îro çalakiyekê şermezarkirinê lidar bixin.

ji sedî 90 ji bo refermdûma serxwebûna Katlonya ji Spaniya dengê erê da.

Lê hikûmeta Spaniya vê referdûmê ne yasayî pênase dike.

Polîsên hikûmeta Spanyayê roja yekşemê bi armanca ku nehêle dengdayîn pêk were, êrîşî pêk anî û di encamê de bi sedan kes birîndar bûn.

Welatiyên Katalonyayê li  hember vê yekê, biryar dan ku ew ê îro çalakiyekê birêxistin bikin, di wê rojê de ji bilî saziyên awarte û nexweşxaneyê dê hemû sazî werin girtin û tevger were sekinandin.

(bb)

ANHA