Têkilî | Derheqê me de
ANHA

KCD: Tirkiyê bibryarên dadgehê nikare rastiya civakî û dîrokê bighere

NAVENDA NÛÇEYAN – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) diyar kir ku dewleta Tirk nikare bi biryara dadgehê rastiya civakî û dîrokê biguherînin.

Kongreya Civak Demokratîk (KCD) derbarê îdanameyek li dijî partiya Demokratîk a Kurdistanê- Tirkiyê ji dozgeriyê re pêşkêş kir, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya KCD’ê wihaye:

“Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, ji ber peyva Kurdistan di navê Partiya Demokrat a Kurdistan- Tirkiye de derbas dibe bi daxwaza girtinê angaşname amade kir. Angaştname pêşkêşî Dadgeha Makekanûnê kir û hat qebûlkirin. Qebûlkirina angaşnameyê derveyî hiqûqa gerdûnî, mafên mirovan û demokrasiyê ye û ev yek rê li ber metirsiyê vedike.

Wekî tê zanîn di jiyana siyasî ya Tirkiyeyê de gelek partiyên siyasî yên dixwazin pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk bên çareserkirin, bi awayekî dijhiqûqî û dûrî rastiya civakê, hatin girtin. Di serî de gelê kurd, hemû derdorên civakî yên demokratîk ji bo beşdarî qada siyasî nebin bi vî awayî pêşiya wan hatin girtin. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê, AKP’ê daraz desteser kir û bûye daraza AKP’ê. Bi vê re gelek derdorên civakî derveyî jiyana siyasî hiştin û ev yek her ku diçe zêdetir dibe.

Ji ber peyva Kuridistan, girtina partiyeke siyasî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Têgeha Kurdistanê wekî rastiyekê ji hêla gelê kurd, hemû Rojhilata Navîn û civaka dinyayê ve rewa tê dîtin û her tim wisa tê bibîranîn. Di vir de pêşdarazî û hewldana neyartiyê ya li hemberî nirx, hebûn a gelê kurd û Kurdistanê ye .

Makekanûna 1921’an, girtekên civînên TBMM’ê, girtekên hevdîtin navneteweyî, arşîvên dîrokî û belge, her wiha di axaftin û nivîsandinên di navbera rayedarên dewletê û rûsipiyan û hwd. de têgeha Kurdistanê di nava jiyana civak û siyaseta Tirkiyeyê de wekî rastiyekê piştrast dike.

Rastiyeke heye ew jî bi biryara dadgehê nikarin rastiya civakî û dîrokê biguherînin. Ev yek bi awayekî zanistî hatiye piştrastkirin.

Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk vê nêzîkatî û hişmediyê şermezar dikin.”

(dc)