Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kê wenda kir û kê qezenc kir?

ANALÎZ

Hasan Karasûngûr

Piştî ku li Başûrê Kurdistanê biryara referandûmê hat dayîn û pêk hat, gelek kevir ji şûna xwe leqiyan û gelek nakokiyên vekirî û veşartî hîn bi awayekî eşkere derketin holê. Sedemên ev şerên dawîn çi bûn? Ev tiştên ku di hundirê deh rojan qewimîn de kê çi wenda kir û kê çi qezenc kir? Sedem û encamên vê yekê pêwîst e ku baş bên dîtin û baş bê fêmkirin. Beriya ku em derbasî analîz û şîroveya xwe ya li ser Kerkûkê bibin, pêwîst e ku bi gelemperî be jî em bi du-sê hevokan îzah bikin. Di sedsala 21’emîn de derveyî nirxên mirovahiyê yên ku bilind dibin û standartên demokrasî û azadiyê çareseriyek mayînde û bi ewle hema bêje ne mimkûn e. Wateya vê ew e ku em xwe ji neteweperestiya neteweyî, olî, cinsî û zanistî fersex bi fersex dûr bigirin û berovajî wê di perspektîf û paradîgmaya neteweya demokratîk û jiyana azad de israr bikin.

Piştî referandûma li başûrê Kurdistanê hinek rastî bi awayekî aşkera derketin holê:

-Careke din derket holê û baş hat dîtin ku siyaseta navneteweyî ya hegemonîk li ser navê Kurdistanê ji qebûlkirina dewletek serbixwe re ne amade ye. Helwesta Amerîka û Ewropayê di vê çarçoveyê de mirov bigire dest ew ê ne şaş be. Amerîka hemû razemeniya xwe li ser Ebadî kir. Çima ku rexmî hemû hişyariyan Barzanî di gotina xwe de israr kir, xwestin ku hinekî pozê Barzanî bifirkînin. Li ser vî esasî bêdengmayina Amerîkayê cesaret da Ebadî û hikûmeta Iraqê ku bi rehetî li ser başûrê Kurdistanê êrîş pêk anîn.

-Dewletên dagirker ên ku Kurdistan kirine mêtingeh çawa ku ji dîrokê vir de wexta meseleya kurd dikeve rojevê gelek nakokiyên xwe datînin aliyekî tên cem hev û piştgiriya hev dikin, piştî referandûma başûrê Kurdistanê ev rastî careke din hat dîtin û careke din xwe dubare kir.

-Bi pêşengtiya”kurdê herî maqûl (ku ji vê re hevkarî û xiyanetkarî jî tê gotin)” yanî bi kesayet û pêşengtiya Barzanî jî dewletek kurdî nehat qebûlkirin. Di serî de dewleta Tirkiyê ku bi zihniyeta împaratorî û îslama siyasî ji serî heta binî dijîtiya kurdan dike, aqilmendî ji dewletên herêmê re kir û helwesta xwe di asta komkujî û dagirkeriyê de diyar kir. Xeflet ew e ku Barzanî di pir tiştan de pişta xwe da Erdogan û dewleta Tirkiyê weke ku ji dîrokê ne agahdar be, dema tê de û pêşeroja xwe nedît û nexwend. Niha jî Barzanî belkî xwe weke hatiye xapandin dibîne.

-Berjewendiyên şexsî, malbatî û partî wexta di ser berjewendiyên neteweyî re tên dîtin pir xwezayî ye ku ew ê desteka civakê negire û bi tena serê xwe bimîne. Niha xeta neweteperestî zêdetir ya PDK û YNK’ê wisa ye.

-Biryara referandûma Başûrê Kurdistanê ne biryarek neteweyî bû, ne biryarek îradeya Başûrê Kurdistanê û rêxistinên Başûrê Kurdistanê bû. Heta mirov dikare bêje ku ne biryara PDK’ê bû jî, biryara malbata Barzanî, biryara serhişkî û malbatî bû. Lê piştî referandûmê fatûra ji bo gelê kurd hat derxistin; koçberî, belengazî, tacîz, tecawiz, talan bi gelê kurd dan jiyandin. Sedema vê yekê ew bû ku bi aqilê neteweperestî û desthilatdariyê pişta xwe da dewleta Tirkiyê û hêzên navneteweyî. Fatûreya vê yekê ji bo ew kesên ku biryarê vê dan û ji bo Barzanî ew ê pir giran be. Ji niha ve serhildan û nerazîbûn li hemberî ev xeta neteweperestî û desthilatdariyê pêş dikeve. Hesabê vê yekê yên siyasî, civakî dîrokî bêguman ew ê bê xwestin.

-Ji şerên piştî referandûma Başûrê Kurdistanê baş tê dîtin û îspatkirin ku li hemberî nakokiyên dîrokî, civakî, siyasî û îdeolojîk xeta neteweperestî û desthilatdariyê îflas kiriye. Bi vê girêdayî rastî û heqîqeta paradîgmaya Neteweya Demokratîk gelekî zêde derketiye pêş. Tu caran fersend û şensekî wisa mezin derneketiye holê ku paradîgmaya Neteweya Demokratîk xwe bi rêxistin bike û bibe qedera gelan ku pêşeroja Kurdistanê û Rojhilata Navîn tayîn bike. Di vê noqteyê de erk û berpirsyariyek pir mezin li ser milê PKK’ê ye. Dîrok tu dibêjî qey ji PKK’ê re dibêje “bimeşe û tu yê qezenc bikî”.

-Helwesta PKK’ê li hemberî biryara referandûma Başûrê Kurdistanê jî, li hemberî şerên piştî referandûmê jî rast bû û di cih de bû. PKK`ê ne alîgirê referandûmê bû. Ji bo vê hişyarî ji PDK’ê re kir, lê wexta gelê Başûrê Kurdistanê bi êrîşan re rû bi rû ma, rexmî ku pêşmerge li ber xwe neda, her tişt û her der pêşkêşî hêzên êrîş dikirin kir, gerîlayên Kurdistanê heta dawîn di nava hewldanên berxwedanê de bûn, rûmet û ewlehiya gelê kurd diparast.

-Kerkûk bi hebûna Kurdan, Ereban, Tirkmen û Xiristiyanan dewlemendiya mirovahiyê û hemû gelan bû. Hîn jî wisa ye. Kerkûk yan ew ê bibe weke Mizgefta Aksayê ku çawa di nava civaka Cihû û Ereban de hertim bû sedema şer ku her kes hevdû tune bike, alozî û nakokî hertim zindî bin yan jî ji bo Kurd, Ereb, Tirkmen û Xiristiyanan bibe bajarekî jiyana demokratîk, hevbeş, azad û statuya xweser. Mixabin hem ji aliyê dewleta Iraqê ve bi îdeolojiya Şîa û desthilatdarî, hem ji aliyê PDK’ê ve neteweperestiya hişk û desthilatdarî, hem ji aliyê Îranê ve îdeolojiya lêbelavbûna Şîa û desthilatdarî, hem jî ji aliyê dewleta Tirkiyê ya faşîst û neteweperest yan ew ê bibe sedema hemû ol û gel hevdû bifetisînin, toximê dijminantiyê ku belkî deh salan, sed salan dewam bike bê çandin yan jî berovajî wan helwestan bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk ew ê jiyaneke hevbeş û azad ji bo hemû gel, ol û çandan bê afirandin ku Kurd, Ereb, Tirkmen û Xiristiyanan hebûn, nasname û azadiya hev qebûl bikin, ji hevdû hez bikin, hembêz bikin û hezm bikin. Derveyî alternatîfa duyemîn, tu çareseriyên din nîne. Li dijî her cure neteweperestî û desthilatdariyê Kerkûk ew ê bibe bajarekî xweser, azad û jiyaneke demokratîk ku ji bo hemû gel, ol û çandan.

-Serxweşî û kêfxweşiya dewleta dagirker a AKP’ê ji ya dewleta Iraqê û Îranê hîn bilindtir e. Weke halan di xwe didin ku tu dibêjî qey Kerkûk ketiye bin destê wan. Eger mijar Kerkûk be yên wenda kiriye û tiştek bi ser nexistiye esas dewleta Tirkiyê ye. Di pêşerojê de gelek sedem hene ku nakokiyên dewleta Tirkiyê hem bi Iraqê re hem jî bi Îranê re hebe.

Weke encam; rêbertî û aqilê desthilatdariya PDK’ê bi gelê me yê Başûrê Kurdistanê fatûreyek pir mezin da jiyandin û pir tişt hat wendakirin. PDK û Barzanî mecbûr e ku hesabê ev mewziyên ku bi salan hatine qezenkirin çawa di hundirê sê saetan de hat wendakirin bide. Niha pirsgirêka PDK’ê ya herî mezin ew e ku careke din nikaribe îtibar, îmaj û prestîja xwe komî ser hev bike. Gelê me yê Başûr bêguman ew ê vê yekê binirxîne û di nava lêgerîn û têkoşîna hesab xwestinê de be. PDK û YNK`ê her çiqas hevdû sûcdar bikin, rexne û reş bikin jî herdû bi hev re weke her du rûyên madalyonekê ne. Bi hev re wenda kirin û bi hev re bûn sedema ev şerên dawîn. Ne PDK, ne jî YNK’ê ew ê ne weke berê be. PDK`ê belkî homojeniya xwe biparêze, lê weke siyaset, rojev diyarkirin û di mijarên qedera gelê kurd de ew ê ne weke berê xwedî bandor be. Pêşeroja YNK’ê hîn bi xeter tê ditin, dibe ku di nav xwe de parçebûn û belavbûnekê jî bijî. Diyar e ku PDK û YNK`ê hem wenda kirin, hem jî fatûreyên gelekî giran bi gelê me dan jiyandin. Lê yê bi ser ketî û qezenc kiriye gelê me ye û siyaseta demokratîk projeya neteweya demokratîk e.

ANHA