Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kêmbûna berhema pembo bandor li ser aboriya herêmê kir

HAT NÛKIRIN

YEHYA HEBÎB

TIRBESPIYÊ – Ji ber kêmbûna avê, tovên çandiniyê û semadê, îsal berhema pembo kêm bû û aboriya herêmê bandoreke mezin dît.

Li navçeya Tirbespiyê ya li herêma Cizîrê, ji ber gelek sedeman îsal berhema pembo kêm bû.

Sedema kêmbûna pembo

Li herêmê pembo ji berhemên girîng e. Lê ji ber bilindbûna buhaya çandiniyê, îsal berhema çandiniyê kêm bû. Her wiha ji pirsgirêkên ku li pêşiya cotkaran derdiketin, tunebûna navendên ku berheman werdigire bû. Vê yekê bandoreke neynî li ser rewşa jiyanî ya welatiyan kir.

Ev 15 salin li herêma Cizîrê berhema pembo bi rûberên fireh tê çandin û piraniya welatiyên herêmê bi riya çandina pembo debara xwe dikin.

Berhema pembo bi rewşa hewayê û şer bandor bû û gelek pêdiviyên çandiniyê wê nehatin pedyakirin.

MESUN HEWAS

Cotkarê ji navçeyê Mesûd Hewas derbarê vê rûdanê de ji ANHA′yê re axivî, anî ziman ku gelê herêmê bi riya çandina pembo debara xwe dikirin û wiha got: ″Ji ber kêmbûna avê û bilinbûna buhayên tovên çandiniyê û semadê, berhema pembo kêm bû.″

Mesûd da zanîn ku ji bo berhema pembo wekî berê baş bibe, divê di vî warî de gavên girîng bêne avêtin û buhayên pêdiviyên çandiniya wê bêne radixistin. Her wiha destûr were dayîn ku bîr bêne kolandin da av were peydakirin.

MERWAN HISEN ISA

Endezyarê çandiniyê Merwan Hisên Îsa jî diyar kir ku di salên dawî berhema pembû li herêmê kêm bû, lê beriya wê bi saya berhema pembû aboriya herêmê geş bû. Endazyar Merwan wiha domand: ″Bîrên avê têra avdana rûberên fireh yên çandiyê nake. Li kêleka çareserkirina pirsgirêka bilindbûna buhayê tov û madeyên sotemeniyê pêwîste nexweşiyên ku di nava zeviyên çadiniyê de derdikevin jî were dermankirin. Lewma ji bo qalîteya berheman divê alîkariya derman jî were kirin.”

(mm) 

ANHA