Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kerkuk û Şengal ji bo çi hatin radestkirin?

ANALÎZ

DILYAR CEZÎRÎ
Di roja 25’ê îlonê de li Başûrê Kurdistanê refuranduma li ser serxwebûnê hate lidarxistin. Ev referendum bi serkêşiya PDK’ê û israra wan hate lidarxistin. Hevkarê PDK’ê yê herî nêzîk dewleta Tirk jî di nava de hemû hêzên navdewletî û herêmî ji PDK’ê re gotin ku refurandumê paş bixînin. Lê Serokê PDK’ê Masûd Barzanî li ser vê yekê israr kir û got ku Kerkûk jî di nav de wê pêşmergeyên wan hemû herêmên bi nakok biparêzin.

Refurandum pêk hat û gef li Başûrê Kurdistanê zêde bûn. Herî dawî jî duh Heşid Şebî û Artêşa Îraqê êrîşî Kerkûkê kirin. Pêşmergeyên PDK û YNK’ê hêzên xwe vekşandin û tevahî parêzgeha Kerkûkê radestî Heşid Şebî kirin. Di dema ku Heşid Şebî pêş diketin û Kerkûkê kontrol dikir, tenê gêrîlayên HPG’ê ku hejmara wan di bajar de pir kêm bû jî bi gelê Kerkûkê re çeperên parsitnê ava kirin û li ber xwe dan.

Hev bi îxanetê tewambar kirin

Di dema ku dilê Kurdistanê Kerkûk bû rojeva cîhanê, PDK û YNK’ê li dijî hev daxuyanî dan û hevdû bi îxanetê tewanbar dikirin. Herdû aliyan li dijî hev daxuyanî dan. Ev rewşa di navbera PDK û YNK’ê gotina kurdî ya dibêje “Siwaran bavê kuşt, yan peya” tîne bîra mirov. Kê îxanet kiribe, ne kiribe, encam Dilê Kurdistanê hate firotin. Rayedarên PDK’ê û di serî de Serokê wê yê Masûd Barzanî yê ku digot wê pêşmergeyên wan parstina herêmê bikin, xwedî li sozên xwe yên dabûn gel derneketin û xaka Kurdistanê bê parstin hiştin. Îro jî em dibînin ku PDK’ê Şengal û Mexmûrê jî radestî Heşid Şebî dikin. Pêşmergeyên wan direvin û gelê herêmê bê parstin dihêlin. Heşid Şebî ku duh çekdarên wan ala herêma Başûrê Kurdistanê daxistin xwar û binpê kirin, heman tiştî li Şengalê jî pêk tînin. Hikûmeta AKP’ê derbarê vê mijarê de duh daxuyanî da û diyar kir ku ew amadene tevlî şerê Kerkûkê yê li dijî kurdan bibin. Diyar dibe ku ya rast ewe ku plana hikûmeta AKP’ê û PDK’ê ye bi vê yekê dixwazin Tevgera Azadiyê û Heşid Şebî bi hev re bidin şerkirin.

Dixwazin rizgarkirina Reqa û Dêrazorê asteng bikin

Pîlana ku li Kerkûkê û Şengalê dimeşe, ne tesadife ku di vê demê de pêk hatiye, di vê demê de gelê kurd li Rojava bi hevkariya pêkhateyên din li Reqa û Dêrazorê serkeftinên dîrokî bidest dixin. Paytexta Xîlafetê ya DAIŞ’ê Reqa, di van rojan de bi temamî ji çeteyan tê rizgarkirin. Pîlana PDK/AKP’ê ew e ku serkeftinên li Reqa û Dêrazorê ji rojevê derbixin û di bin rojeva Başûrê Kurdistanê de bîmîne. LI aliyê din jî Dewleta Tirk dagirkeriya xwe ji Idlibê re ji rojevê derbixe. Rêjîma Sûriyê jî bi êrîşên xwe yên duh ku li ser çeperên QSD’ê li Dêrazorê hevkariya pîlana wan dike. Li gorî rûdanên ev 2 roj pêk tên, diyar dibe ku pîlanên wan bi hevkariya pir aliyan pêk hatiye. Armanca sereke derbekirina berxwedana Tevgera Azadiyê ye.

Rewşa Ocalan jî aliyekî pîlanan e

Di vê dema ku li Kurdistanê gelek geşedan têne jiyankirin, çavê her kesî li Reqayê ye, çapemeniya Tirk ewlkarî û jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdulah OCalan xistin rojavê û rê nadin malbat û parêzer serdana Ocalan bikin. Bê guman ev pîlan ji rewşa Kerkûk, Şengal, Idlib, Dêrazor û Reqayê ne qute.

Armanca çiye?

Diyare ku konsepteke nu ketiye meriyetê. Me li jor jî hin nirxandin kirin, lê heger em rûdan û geşedanên li Kurdistanê bînin ber hev, yek encam derdikeve hole. Ew jî ewe ku dewleta Tirk ku qaşo li dijî refuranduma PDK’ê daxuyaniyên dijber didan, îda dikirin. Diyar dibe ku refirandum bi xwesteka Tirkiyê û li gorî pîlanekê pêk hatiye. Bi vê yekê jî dixwazin li Kurdistanê şerekî mezin derbixin û Tevgera Azadiyê bi Heşid Şebî û Artêşa Îraqê re bînin beranberî hev.

Çareserî çiye?

Ev demeke ku KNK’ê li parçeyên Kurdistanê xebatên Şêwira Netewî ya Kurdistanê dimeşînin. Di civînên şêwira Netewî ya Kurdistanê ku PDK’ê û alîgirên xwe lê hazir nebûn de hate gotin ku pêwîste hêzeke yekbûyî ya Kurdistanê were avakirin, di heman demê de nerîneke yekbûyî ya siyasî li Kurdistanê were sazkirin.

Bi rastî heger Kongreya Netewî ya Kurdistanê pêk hatiba, hêzeke hevbeş a Kurdistanê hatiba avakirin, wê gelê Başûr karîba referandum bi hêsanî pêk anîba, wê aloziyên li Başûr çareser biba, wê dewleta Tirk nikarîba tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daba meşandin. Wî duh Kerkûk û îro Şengal û Mexmûr ji Heşid Şebî re ne dihat hiştin.

Ji ber vê yekê pêwîste xebatên Kongreya Netewî di zûtirîn dem de were lidarxistin û biryarên ku gelê Kurdistanê li bendeye pêk were.

(rro)

ANHA