Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Kes nikare roja me tarî bike’

Dîmen

Dimen:‘Kes nikare roja me tarî bike’

Kadar Îbrehîm

TIRBESPIYÊ – Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Fedraliya Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif komploya navdewletî şermezar a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kir û  got ku komplo di kesayeta Rêbertiyê de li dijî hemû gelên herêmê pêk hatiye û da zanîn ku dê kes nikaribe roja gelê herêmê tarî bike.TIR-HEDIYA-YUSIF-300x200

Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Fedraliya Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif komplo navdewletî şermezar kir û got ku “Rêberiyê Mirovahiyê Ocalan e. Tirkiyê û Rûsiya hevkarên sereke yên komployê ne. Komplo di kesayet Ocalan de li dijî îradeya hemû gelên herêmê û bi taybet gelê kurd e.  Ji ber ku Rêbertî nûnertiya berxwedan û tekoşîna gelê berxwedêr dike.”

Hediya Yûsif di berdewama axaftina xwe de jî got ku fikrê Ocalan ku xwe dispêre biratiya gelan û jiyana hevbeş li hemû cîhanê belav bûye û wiha domkir: “Armanca rêbertiyê ya sereke ew ku gelê kurd û gelên blindest bighîne azadî, aramî û aştiyê.”

Hediya Yûsif da zanîn ku Ocalan herî zêde ji bo azadiya jinan tekoşîna xwe didomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 19 sal in em li dijî komplo tekoşînê dikin. Em ê tekoşîna xwe bidomînin da ku em Rêbertiyê xwe ji destê faşizma Tirkiyê azaêd bikin. Em bi navê hemû jinan dibêjim ku em ê tekoşîna xwe ya ji bo azadiya rêbertiyê bidomînin, ji ber bê serok jiyan nabe.”

Hediya Yûsif di berdewama axaftina xwe de jî got ku komploger di hewldanên xwe de têk çûn û wiha aaftina xwe bi dawî kir: “Dewleta Tirk wê nikaribe roja me tarî bike û îradeya me bişkîne. Em ê tekez dibêjin ku em ê xeta Ocalan bidomînin .”

(dc)

ANHA