Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Kesên ne nas êrîşî Ibrahîm El-Hesen kirin

GIRÊ SPÎ – Kesên ne nas êrîşî endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê yê berê û Serokê Komîteya Ji nû ve avakirina Reqayê Ibrahîm El-Hesen kirin û ew 4 gule avêtin  birîndar kirin.

Îro saet di 20:00‘an hin kesên ne nas rûyê xwe girtibûn, êrîşî mala endamê Desteya Rêveber  a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê yê berê û Serokê Komîteya Ji nû ve avakirina Reqayê Ibrahîm El-Hesen ya li gundê Hemam El-Tirkumen kirin û 4 gule lê wî reşandin. Ibrahîm di pişta xwe de bi giranî birîndar bû û ew rakirina nexweşxaneya bajarê Minbicê.

Hêzên Ewlekariyê berê xwe dane cihê bûyerê û lêpirsîn dan destpêkirin.

(bb)

ANHA